KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
Sefîrê Amerîka yê Enqereyê Şaredariya Amedê ziyaret kir
Sefîrê Amerîka yê Enqereyê John Bass û Serkonsolê Amerîka yê Edeneyê John Espinoza ku ji beşdarî Konferansa Hewlkarên Jin ên Başûrojhilatê bibin hatine Amedê, serdanek ji bo Hevşaredarên me Gultan Kişanak û Firat Anli pêk anîn.
-
-
-
Şervana YPJ’ê Sezgîn spartin axê
Cenazeyê şervana YPJ’ê Zehra Sezgîn (Jîn Viyan) ya 4’ê Adarê di operasyona paqijkirina Kobanê ji çeteyan de jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê ji aliyê jinan ve ber bi rêwîtiya bê dawî ve hate birêkirin.
-
-
-
-
Cenazeyê şervanê YPG'ê Atîk anîn Rihayê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Murat Atîk (Cemal Sipêrtî) di operasyona azadkirina gundê Çelebî de jiyana xwe ji dest da anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Cenazeyê Atîk ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.
-
-
-
Li Colemêrg û Geverê coşa 8'ê Adarê
Bi pêşengiya KJA, li Colemêrg û Geverê mîtîngên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatin lidarxistin. Bi deh hezaran jinên beşdarî çalakiyan bûn, bi kincên xwe yên rengîn, govenda azadiyê gerandin.
-
-
25 şervanên YPG/YPJ'ê tên oxirkirin
Cenazeyê 25 şervanên YPG/YPJ'ê yên di salên 2014 û 2015'an de li Til Hemîsê jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî ber bi rêwîtiya bê dawî ve tên oxirkirin.
-
Nobeda li Pirsûsê dewam dike
Pêngava azadkirinê ya YPG/YPJ'ê li hemû eniyan dewam dike. Li gel vê pêngavê li gundên Pirsûsê jî nobedarên berxwedanê, di roja 1756. de berxwedêr silav kirin.
-
-
'Daxwaziya min ew e ku biçim Kobanê ser gora kurê xwe'
"Tevî hevkariya Tirkiyeyê ya bi çeteyên DAIŞ'ê re Kobanê têk neçû. Şervanên YPJ/YPG'ê û şehîdên me bi ser ketin. YPJ/YPG û şehîdên me rûmeta me ne. Ne ji wan bûya, niha em jî tine bûn. Tenê daxwaziya min ez biçim ser gora kurê xwe."
-
-
-
Îbîn û hevalên wî wê werin bîranîn
Ji kadroyên destpêkê yên PKK'ê Ahmet Îbîn û hevalên wî M. Şah Gunduz, Ahmet Alî Demîr, Enver Dûvarci, Mûrat Seyrek, Adîfe Sakak, Huseyîn Yilmaz û Adnan ên di berxwedana Qabilcewzê de jiyana xwe ji dest dan, wê werin bîranîn.
-
-
-
-
YPG’ê bîlançoya şerê meha Sibatê aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê bîlançoya şerê meha Sibatê aşkera kir. Li gorî bîlançoyê YPG 54 operasyon û çalakî lidar xistin û 782 çete hatin kuştin. Di vê mehê de 67 şervanên YPG/YPJ’ê jiyana xwe ji dest dan.
-
Azadî sînor nas nake
Di çarçoveya Meşa Jinan a Cîhanê de li Nisêbîn û Qamîşloyê mitîng hatin lidarxistin û jinên cîhanê û rojavayî azadî qîriyan.
-