KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPG: Li Kobanê 11 çete hatin kuştin, 3 çete bi saxî hatin girtin
Di roja 170. a berxwedana Kobanê de ku di asta serketinê de dewam dike, hêzên YPG/YPJ'ê her bi pêş ve diçin. Di çalakiyên duh bi şev de 11 çete hatin kuştin, 3 çete jî bi saxî hatin girtin. -
Li Şengalê sê çete hatin kuştin
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê, di şerê navbera hêzên HPG/YBŞ û çeteyên DAIŞ'ê de 2 çeteyên din hatin kuştin. -
Pêvajoya Aştiyê li Amedê bi gel re tê nîqaşkirin
Şaredariya Yenîşehîr a Amedê di civînên xwe yên ku li taxan bi rêk û pêk tînin de pêvajoya aştiyê bi gel re nîqaş kir. -
Cenazeyên şervanên YPG'ê Altintaş û Çîvî anîn Rihayê
Cenazeyên şervanên YPG'ê Cahît Altintaş (Êrîş Delîl Xerzan) û Salîh Çîvî (Navdar Colemêrg) ên di operasyonên paqijkirina bejahiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Rihayê. -
Starta Newroza Amedê hat dayîn
KCD’ê ji bo Newroza Amedê ya di 21’ê Adarê de pêk tê, start da. KCD’ê banga tevlîbûna pîrozbahiyên berfireh kir û got ku ji Afrîkayê heta Başûrê Amerîkayê gelek siyasetmedarên biyanî, akademîsyen û hunermend dawet kirine. -
Divê AKP pêşî li siyaseta demokratîk veke
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hînê pêşî li siyaseta demokratîk girtî ye. -
Gelê Kerboranê ji bo dayika Sêvê di şînê de ye
Li Kerboranê amadekariyên 8’ê Adarê temam bûn, lê ji ber wefata jina welatparêz Sêvê Aktaş (55) pîrozbahî hatin betalkirin û gel şîn danî. -
Di roja 171’ê de YPG û YPJ hat silavkirin
Nobedarên sînor yên li Mehserê amadekariya mîtîngê dikin li Miseynter û Elîzerê zincîra mirovahiyê avakirin û di roja 171’ê de şervanên YPG û YPJ’ê silav kirin. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Bayar bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Samî Bayar (Nûman Siyabent Feraşîn) ê ku li Til Hemîsê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Wanê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. -
'Heta belayê DAIŞ'ê bi temamî tine bibe em ê şer bikin'
Şervanên Meclîsa Parastinê ya Xabûrê, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gundên Asûrî-Suryaniyan ên li Til Temirê, bi şervanên YPG'ê yên Kurd, Ereb û gelên din re li heman mewziyê şer dikin û dibêjin ku ev yek moral û hêzeke mezin dide wan. -
Ji girtîgehê name ji bo Pirtûkxaneya Berxwedanê
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê tên ragirtin, li gel nameyeke ji du rûpelan a hestên xwe tê de anîn ziman, koliyek ji pirtûkan şandin ji Pirtûkxaneya Kader Ortakaya ya li Pirsûsê re. -
Li Kobanê de 3 çete bi saxî hatin girtin, 3 çete hatin kuştin
Di çarçoveya operesyona rizgarkirina Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de, şervanên YPG/YPJ'ê, 3 çete bi saxî girtin. Di çalakiyên ku 3 çete jî hatin kuştin de gelek cebilxane hate desteserkirin. -
Li Kobanê marketa destpêkê vebû
Li navenda bajarê Kobanê ku veguherî xirbe, tevî daxuyaniyên hişyarkirinê jî bi vegera bi hezaran kesî re marketa destpêkê li bajêr vebû. -
Li Amedê formayên 'Bijî Berxwedana Kobanê'
Piştî ku Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, li kolanên Amedê formayên ji nîşaneyên serketina Kobanê yên bi nivîsa "Bijî Berxwedana Kobanê" li dezgehan cihê xwe girtin. -
Êrîşên li dijî Suryaniyan li Mêrdînê hatin şermezarkirin
Şaxa KESK’ê ya Mêrdînê, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Suryaniyan meş û daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat. -
Ji bo gerîlayê PKK’ê Bûdak mewlûd
Ji bo gerîlayê PKK’ê M. Alî Bûdak ê li gundê Maltepe yê girêdayî navçeya Dîvrîgî ya Sêwasê bi 29 hevalên xwe re di şerekî de jiyana xwe ji dest da li Qoserê mewlûd hat dayîn. -
Şervanê YPG’ê Siyabend li Wanê ji aliyê hezaran ve hate rêwîkirin
Şervanê YPG’ê Samî Bayar (Siyabend Feraşîn) ku di operasyona rizgarkirina Til Hemisê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate definkirin. -
Şervana YPJ’ê Rojda li Licê spartina axê
Cenazeyê şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rojda Tevre (Pelîn Rehşan) li navçeya Licê ya Amedê spartin axê. -
Eleqeya Kolniyan a ji bo Kobanê zêde dibe
Endamên Însiyatîfa ‘Kolnî alîkariyê dikin’ ji bo piştgirî û piştevaniya welatiyên Kobanê mamayên zarokan anîn Pirsûsê û teslîmî Koordînasyona Piştgirî û Piştevaniya Rojava kir -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Dilbirîn li Êlihê spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Abdulkadîr Bozyigît (Dilbirîn Batman) ê ku di berxwedana Şengalê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li Êlihê spartin axê. -
TEV-DEM’ê nasnameya endamê komîteya Til Temîrê aşkere kir
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) nasnameya şervanê komîteya parastinê ya komunan Şervan Til Temir ê di berxwedana bajarê Til Temir de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir. -
Kesên ji bo pêşwazîkirina cenazeyê şervanê YPG’ê çûn qeza kirin
Kesên ku ji bo wergirtina cenazeyê şervanê YPG’ê Kamîl Mete yê di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, ji Amedê hatin Rihayê qeza kirin -
YPG’ê nasnameya 6 şervanan aşkera kir
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 6 şervanên xwe yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir. -
Berrî: Şensê min ê hilbijartinê hebûya min ê bixwesta bibûma Kurd
Serokê Parlamenta Lubnanê Nebîh Berrî diyar kir ku eger şensê wî hebûya ew ê bixwesta bibûya Kurd. -
Demîrtaş: Em ê girtîgehên zarokan bigirin
Demîrtaş, bal kişand ser binpêkirina mafan ên di girtîgehan, bûyerên tacîz û tecawizan ên li hember zarokên girtî û wiha bang li Wezîrê Dadê kir: "Dema te ev bûyer bihîst ti bi şev çawa rehet raket.”