Li Kobanê marketa destpêkê vebû
Li navenda bajarê Kobanê ku veguherî xirbe, tevî daxuyaniyên hişyarkirinê jî bi vegera bi hezaran kesî re marketa destpêkê li bajêr vebû.
Li navenda bajarê Kobanê ku veguherî xirbe, tevî daxuyaniyên hişyarkirinê jî bi vegera bi hezaran kesî re marketa destpêkê li bajêr vebû.
Li navenda bajarê Kobanê ku veguherî xirbe, tevî daxuyaniyên hişyarkirinê jî bi vegera bi hezaran kesî re marketa destpêkê li bajêr vebû. Xwediyê marketê Fîraz Kasim diyar kir, ku li ser daxwazan wî marketa xwe ya berî şer ji nû ve vekiriye û got, "Ji bo welatî mexdûr nebin, ji bo tedarikkirina pêwîstiyên jiyanî divê korîdoreke însanî were vekirin."
Li navenda bajarê Kobanê ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji sedî 80'ê veguherî xirbe, tevî hemû daxuyaniyên hişyarkirinê jî bi vegera bi hezaran kesî re liv û tevgera li bajêr destpê kir. Bi hezaran Kobaniyên li bajêr in, dikan û malên ji êrîşên DAIŞ'ê kêm zerar dîtine paqij dikin û hewl didin jiyana li Kobanê ji nû ve şîn bikin. Fîraz Kasim jî marketa xwe ya li ser Rêya Helebê ji nû ve vekir. Eşyayên di marketê de jî, yên beriya êrîşên DAIŞ'ê ne.
'JI BO MARKET BIXEBITE KORÎDORA ÎNSANÎ ŞERT E'
Fîraz Kasim ragihand ku gava ew li Kobanê vegeriya, hemû kel û melên li marka xwe ji binê xirbeyan derxistiye, paqij kiriye û got, "Li ser daxwaza welatiyan min market ji nû ve vekir." Fîraz Kasim di dewama axaftina xwe de got, "Welatî bi hêviya ku karibin pêwîstiyên jiyanî lê tedarik bikin, ji vekirina marketê kêfxweş in, lê belê tiştên di marketê de kêm in. Sê aliyê bajêr ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine girtin. Ji bo welatî mexdûr nebin, ji bo bersiv ji pêwîstiyên jiyanî re were dayîn divê korîdoreke însanî were vekirin."