Ji girtîgehê name ji bo Pirtûkxaneya Berxwedanê

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê tên ragirtin, li gel nameyeke ji du rûpelan a hestên xwe tê de anîn ziman, koliyek ji pirtûkan şandin ji Pirtûkxaneya Kader Ortakaya ya li Pirsûsê re.

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê tên ragirtin, li gel nameyeke ji du rûpelan a hestên xwe tê de anîn ziman, koliyek ji pirtûkan şandin ji Pirtûkxaneya Kader Ortakaya ya li Pirsûsê re.

Desteka ji bo muze û pirtûkxaneya bi navê nemirên berxwedana Kobanê Arîn Mîrxan û Kader Ortakaya yên li Pirsûsê, ji hundir û derveyî welat dewam dike. Muze û pirtûkxane ya ji wêneyên şervanên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan bûye nirxên hevpar, her roj ji aliyê bi sedan kesî ve tên ziyaretkirin. Ji bo Pirtûkxaneya Kader Ortakaya beriya niha ji girtîgehên Sêrt û Mûşê û ji derveyî welat gelek pirtûk hatin. Pirtûkên vê carê hatin jî, ji cihekî gelekî watedar bûn.

Di rûpela destpêkê ya her pirtûka ji aliyê girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê ve hatin şandin, bi nivîsa destan a yê pirtûk şandiye nameyek heye. Di nameyan de serketina dîrokî ya berxwedana Kobanê hat pîrozkirin û cangoriyên Kobanê bi rêzdarî hatin bîranîn.

Di rûpela destpêkê ya pirtûkên hatin şandin de bal tê kişandin ser girîngiya pirtûkxane û muzeya li Miseynterê ji bo berxwedana mezin ji nifşên nû re bê ragihandin. Nameyên dîlgirtiyan rastî eleqeyeke mezin a ziyaretvanan hatin. Berdevkê komunê diyar kir ku pirtûkên ji aliyê girtiyên siyasî ve têne şandin, girîngiyeke mezin didin pirtûkxaneyê û destnîşan kir ku ev pirtûk pirtûkên herî zêde tên xwendine.

Wezîfedarên pirtûkxaneyê spasiyên xwe pêşkêşî girtiyên i Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê kirin.