Berrî: Şensê min ê hilbijartinê hebûya min ê bixwesta bibûma Kurd

Serokê Parlamenta Lubnanê Nebîh Berrî diyar kir ku eger şensê wî hebûya ew ê bixwesta bibûya Kurd.

Serokê Parlamenta Lubnanê Nebîh Berrî diyar kir ku eger şensê wî hebûya ew ê bixwesta bibûya Kurd. Berrî da xuyakirin, ku ew xweziya xwe li serketinên Kurdan ên li Kobanê û gelek herêmên din ên li dijî DAIŞ'ê tîne.

Serokê tevgera EMEL a li Lubnanê û parlamenter Berrî, di civîna ji bo hilbijartinên Serokkomariyê de axivî. Berrî di axaftina xwe de helwesta neteweya Kurd a li dijî xeteriyên li hemberî hebûna xwe nîşan dide mînak nîşan da û got, "Eger şensê min hebûya ku di navbera neteweyên Kurd û Ereb de tercîhê bikim, min ê bi dilrehetî Kurdayetî hilbijarta."

Nebîh Berrî got, "Gelê Kurd, ji ber ku belaweliya mezhebî û cografîk li dû xwe hiştin û têkiliyên xwe yên neteweyî xurt kirin, bi berxwedaneke xurt û nasnameya xwe re sedemên hebûna xwe parast" û bal kişand ser berxwedana Kurdan. Berrî bexwedana Kobanê destnîşan kir û got, "Gelê Kurd bi yekîtî û piştevaniyê re, li Kobanê û cihên din ên tevgera leşkerî lê hene, serketinên mezin bi dest xistin û bi pêş ve diçin."

Berrî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir; "Eger bi rastî jî ji min hatibûya pirsîn, 'tê ji neteweyên Kurd û Ereb ên îro qels bûne kîjanê hilbijêrê' min ê ya yekê hilbijarta."