Pêvajoya Aştiyê li Amedê bi gel re tê nîqaşkirin
Şaredariya Yenîşehîr a Amedê di civînên xwe yên ku li taxan bi rêk û pêk tînin de pêvajoya aştiyê bi gel re nîqaş kir.

Di civîna gel ya li Mala Taxa Şilba Jêrê de, pêşniyar û nêrînên gel ên der barê pêvajoya çareseriyê de hatin girtin.
Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu di civînê de axivî û der barê pêvajoya aştiyê de agahî dan. Kurbanoglu diyar kir ku ev neçareseriya ku 30 sal e berdewam dike hatiye nuqteyek dîrokî û wiha berdewam kir: “Me xwest ku ligel xizmeta em dikin, bi gelê xwe re jî pêvajoyê nîqaş bikin. Wek hûn jî ji çapemeniyê dişopînin, pêvajoyek krîtîk û girîng tê meşandin. HDP û dewletê yekem car bi hev re daxuyanî dan. Em vê pirsgirêka ku bi salan e berdewam dike hem ji bo Kurdan û hem jî bo Tirkan tînin ziman. 10 xal ji raya giştî re hat deklarekirin. Divê ev 10 xal ji aliyê hikûmetê ve bê şênberkirin.”
Hevşaredar Ulku Baytaş jî got ku ew dixwazin şaredariyê ji feraseta klasîk derxin û vegerînin şaredariya gel.
Baytaş anî ziman kuji bo çareseriyên pirsgirêkên navçeya Yenîşehîrê bi gel re tevdigerin û ew wek şaredarî hemû derfetên xwe dikin bin xizmeta gel.”
Di civînê de nêrîn û pêşniyên gel hatin girtin.