Ji bo gerîlayê PKK’ê Bûdak mewlûd

Ji bo gerîlayê PKK’ê M. Alî Bûdak ê li gundê Maltepe yê girêdayî navçeya Dîvrîgî ya Sêwasê bi 29 hevalên xwe re di şerekî de jiyana xwe ji dest da li Qoserê mewlûd hat dayîn.

Ji bo gerîlayê PKK’ê M. Alî Bûdak ê li gundê Maltepe yê girêdayî navçeya Dîvrîgî ya Sêwasê bi 29 hevalên xwe re di şerekî de jiyana xwe ji dest da li Qoserê mewlûd hat dayîn.

Di pêşengiya nûnertiya MEYA-DER a Qoserê, ji bo Ji bo gerîlayê PKK’ê M. Alî Bûdak (Egîd) ê sala 1996’an li gundê Maltepe yê girêdayî navçeya Dîvrîgî ya Sêwasê bi 29 hevalên xwe re di şerekî de jiyana xwe ji dest da, li Qoserê mewlûd hat dayîn. Li Mala Teziyeyê a Şeyhdavut Yalçinkaya ya mewlûd lê hat dayîn li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên şervanên PKK û YPG, alên PKK û KCK’ê hatin daliqandin. Di mewlûdê de malbata Bûdak, rêveberên DBP û HDP’ê yên bajêr û navçeyan, Hevşaredarên Qoserê, endamên meclîsa şaredariyê û welatî amade bûn. Piştî dûayan ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêzgirtin pêk hat. Nûnerê MEYA-DER ê Qoserê Halîl Tûgûç di mewlûdê de ku axivî got, “Azadiya me bi saya şehîdên şoreşê yên li Rojava û Kobanê ye. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîna wan bidomînin.”

Mewlûd piştî xwarinê bi dawî bû.