KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji Êlihê ji bo 10 xalan banga gav avêtinê li AKP'ê hat kirin
Daxuyaniya Heyeta HDP'ê ya di civîna çapemeniyê de bi hikûmeta AKP'ê re li ser pêvajoya çareseriyê da, ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên li Êlihê ve hat destekkirin. -
Li gelek navendan coşa 8’ê Adarê
Amadekariyên Meşa Jinan a Cîhanê ku li Nisêbînê wê pêk bê, bi lezgîn berdewam dike. Li aliyê din li gelek navendan 8'ê Adarê bi coşek mezin hat pîrozkirin -
HDP’ê dema berdendamtiya namzetiyê dirêj kir
HDP’ê dema serlêdanên ji bo berendamtiya namzetiyê ji bo 3 rojan dirêj kir. Li gorî biryarê serlêdanên ji bo berendamtiya namzetiyê wê heta 5’ê Adarê bidome. -
Ji bo taziyeya Bûdak ê PKK’yî serdana girseyî
Ji bo gerîlayê PKK’ê M. Alî Bûdak ê bi nasnav Egîd (29) salî, ji aliyê MEYA-DER’a Qoserê ve, li mala wî ya li Taxa Şeyhdavut Yalçinkaya konê sersaxiyê hate vedan. -
Cenazeyên pênc gerîlayên HPG’ê ji aliyê hezaran ve hatin pêşwazîkirin
Li Silopiya bi hezaran welatiyan cenazeyên gerîlayên HGP'ê Işiklar, Bozyîgît, Bayar û endamên YJA-Star'ê Korkmaz û Tûre ku di pêngava rizgarkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dane pêşwazî kirin. -
'Pakêta Ewlekariya Hundir' a AKP'ê li Hezexê hat protestokirin
'Pakêta Ewlekariya Hundir' a ji aliyê AKP'ê ve hat amadekirin, li Hezexê bi kincên gelêrî di çalakiyekê de hat şermezarkirin. Di çalakiyê de ji hikûmetê hat xwestin, ku di vê qonaxa dîrokî ya pêvajoya çareseriyê de pakêtê vekişîne. -
Nasnameyên fermandar û şervanekî YPG’ê hatin aşkerakirin
Fermandariya YPG’ê yê Kantona Kobanê nasnameyên fermandar û şervanekî ku di 26 û 28’ê Sibata 2015’an de di operasyona rizgarkirina Kantona Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, aşkera kir. -
YPG: Li derdora Til Hemîsê 11 gund hatin rizgarkirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di operasyonên YPG/YPJ'ê de 11 gundên di navbera Til Hemîs û Til Berak de ji çeteyan hatine paqijkirin. Li Til Temirê jî 11 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Li gundên Kantona Kobanê YPG/YPJ bi pêş ve diçin
Di roja 168. a berxwedana Kobanê de ku bi operasyonên rizgarkirina gundên kantonê dewam dike, 4 gundên li qiraxa Çemê Firatê hatin rizgarkirin. Di pevçûnên duh bi şev de 19 çete hatin kuştin. -
KJK: Divê alî pêvajoyê bilez bikin, muzakere demldest destpê bikin
Koordînasyona KJK’ê, diyar kir ku heta dawiyê piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li pişt pêvajoyê ne. -
Bayik: Heta li Başûr tehdîda DAIŞ’ê hebe em ê gelê xwe biparêzin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di qebûlkirina oldarên Başûrê Kurdistanê de diyar kir heta ku Başûr di bin tehdîda DAIŞ’ê de be wê gelê Kurd biparêzin. -
Pakêta Ewlekariya hundir li Pirsûsê hat protestokirin
Li hemberî pakêta ewlekariyê ya hundir a hikûmeta AKP'ê, li Pirsûsê bi pêşengiya Dayikên Aştiyê û Meclîsa Jinan a DBP'ê çalakiya 'Rûgirtinê' hat kirin. -
Artêşa Tirk li Heftanîn operasyonê pêk tîne
Hêzên Parastina Gel, bal kişand ser tevgera leşkerî ya li herêma Heftanîn û got ku ev tevger gihiştiye asteke zêde. -
Li Şirnexê êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Suryaniyan hat şermezarkirin
Li navçeya Hezex a Şirnexê ji aliyê Weqfa Dêra Qedîm a Suryanî ya Meryem Ana û HDP’ê ve êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî gelê Suryanî bi meş û daxuyaniyekê hat protestokirin. -
Saziyên Kurdan kongreyên xwe lidar xistin
Li paytexta Awûstûrya Viyana, bajarê Kanada Toronto, bajarê Fransa Rennes û bajarê Hollanda Rotterdamê, saziyên Kurdan kongreyên xwe lidar xistin. -
Cangoriyên Kobanê li Stuttgartê hatin bîranîn
Şervanê MLKP'ê Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) û şervanê YPG'ê Ozgur Ertan ên li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, li Stuttgartê hatin bîranîn. -
Li Dêrsimê li dijî girtin û binçavkirinan meş
Meclîsa Ciwanan a DBP’ê operasyonên qirkirina siyasî protesto kirin. Di çalakiyê de bang li ciwanan hat kirin ku têkoşînê bilind bikin. -
MLSPB: Heta Rojhilata Navîn azad bibe em li eniyê ne
Endamên MLSPB ên li gel hêzên YPG/YPJ'ê di Şoreşa Rojava de cih digirin dan xuyakirin, ku ji bo azadbûna Rojhilata Navîn a bi hemû gelên herêmê re, ew ê berpirsyariya dikeve ser milê xwe li tevahiya eniyên şêrê şoreşgerî bicih bînin. -
Li Şengalê pevçûnên dijwar: 20 çete hatin kuştin
Li Şengalê di navbera gerîlayan û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar diqewimin. Di pevçûnan de 20 çete hatin kuştin. -
Ji ser sînor silava roja 169'an
Li gundên Miseynter û Elîzerê, îro jî bi çalakiya zincîra ji mirovan re şervanên YPG/YPJ'ê hatin silavkirin. -
'Raya giştî em bidîta wê Şakran û Mûgla rû neda'
Sedat Ekmekçî yê di sala 2011'an de hat girtin û ji ber emrê wî biçûk bû li Girtîgeha Zarokan a Bergama hat bicihkirin got, "Leşkeran di nava xwe de komên ji sê kesan çêkiribûn, kîjan bibetiliya koma din dihat li me dixist." -
Serketina Til Hemîsê hat silavkirin
Ciwanên li paytexta Awûstûrya Viyanayê dijîn, paqijkirina Til Hemîsê ji çeteyên DAIŞ'ê pîroz kirin. -
Li Til Temirê yek jê serçete 9 çete hatin kuştin
Li gundewarên Til Temir, di pevçûnên di navbera hêzên hevbeş û çeteyên DAIŞ’ê de 9 çeteyên ku yek ji wan serçeteyekî ji Tûnisê hatin kuştin û 3 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin. -
Li Fînlandiyayê 2 jê Kurd, 1 jê Tirk sê kes hatin qetilkirin
Azîz Şekersoz ê 35 salî, hevsera wî Asiye Şekersoz a 35 salî, ku li gundê Laûkaa ya bajarê Juveskyla ê Fînlandiyayê restoranta wan heye û xebatkara wan Kubra Tûran di encama êrîşa bi kêran a kesekî Fînî de jiyana xwe ji dest dan. -
Hesreta Kobanê di nava kavilan de dijî
Tevî hemû hişyarî û daxuyaniyên hay ji xwe heyî yên rayedarên Kantona Kobanê, ji welatiyên ku vegeriya Kobanê Enter Şêx Muhammed yê 53 salî, ligel ku xaniyê wî yê 23 salan wêran bûye jî odeyek xwe xalî pêde berdaye û hewl dide têde bijî.