Cenazeyên pênc gerîlayên HPG’ê ji aliyê hezaran ve hatin pêşwazîkirin

Li Silopiya bi hezaran welatiyan cenazeyên gerîlayên HGP'ê Işiklar, Bozyîgît, Bayar û endamên YJA-Star'ê Korkmaz û Tûre ku di pêngava rizgarkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dane pêşwazî kirin.

Li Silopiya bi hezaran welatiyan cenazeyên gerîlayên HGP'ê Işiklar, Bozyîgît, Bayar û endamên YJA-Star'ê Korkmaz û Tûre ku di pêngava rizgarkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dane pêşwazî kirin.

Li navçeya Silopiya Şirnexê bi hezaran welatiyan cenazeyên gerîlayên HGP'ê Muhammed Işiklar (Berxwedan Varto), Abdulkadîr Bozyîgît (Dilbirîn Batman), Samî Bayar (Nûman Siyabend) û gerîlayêên YJA-Star'ê Kader Korkmaz (Vîdar Semsûr) û Rojda Tûre (Pelîn Rehşan Amed) ku di pêngava rizgarkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dane pêşwazî kirin.

Piştî ji aliyê Dozgeriya Silopya ve li Deriyê Sînor ê Xabûrê pêş otopsî hat kirin, endamên MEYA-DER û malbatên her pênc şervanan cenaze wergirtin. Piştî ku li ber Deriyê Sînor ê Xabûr bi sedan welatiyan cenaze bi dirûşma, "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin li gel karwanek ji sedan wesayîtan pêk tê ber bi navenda bajêr ve ketin ser rê.

Dema karwanê wesayîtan ber bi bajêr ve dihat li bajaroka Tilqebîn-Wehsit û li Taxa Avaşîn bi sedan welatî derketin ser Rêya Îpekê û bi tilîlî, çepil û dirûşman karwanê cenazeyên gerîlayên PKK'ê pêşwazî kir. Ajokarên kamyon û TIR'an jî bi qorneyan, welatiyên ku li ser avahiyan jî bi nîşaneya serketinê cenaze pêşwazî kir.

Piştî ku karwanê ji sedan wesayîta pêk tê kete nava bajêr bi hezaran welatiyên ku li her du aliyên Rêya Îpekê rawestiyan e bi alên KCK, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çepik û dirûşman cenaze pêşwazî kir. Bi hezaran welatî heya ku karwanê wesayîtan ji bajêr derket li gel cenazeya meşiyan û cenazeyên gerîlayên PKK'ê ber bi Amedê ve oxir kirin.

Hate hînbûn ku cenazeyên endamên HPG'ê û YJA-Star'ê wê li Tiba Edlî ya Amedê werin otopsîkirin û piştre, cenazeyê gerîlaya YJA-Star'ê Korkmaz li Meletî, gerîlaya YJA-Star'ê Ture li Licê, gerîlayê HPG'ê Işiklar li Bismilê, gerîlayê HPG'ê Bozyîgît li Êlihê û gerîlayê HPG'ê Bayar li Wanê bispêrin axê.