Sedat Ekmekçî yê di sala 2011'an de hat girtin û ji ber emrê wî biçûk bû li Girtîgeha Zarokan a Bergama hat bicihkirin got, "Leşkeran di nava xwe de komên ji sê kesan çêkiribûn, kîjan bibetiliya koma din dihat li me dixist." Aydin Eren Sayin ê birazên çend sal berê li heman girtîgehê hatin ragirtin anî ziman, ku ew hîn bûne gardiyanan zarok berdane hev, li pevçûna zarokan temaşe kirine û hîn bêhtir li zarokên siyasî îşkence kirine.
Îşkence, şîdet û tecawiza li girtîgehan, ku di rojên dawî de ketiye rojeva raya giştî, bi mînakên roja îro re bisînor nînin. Yek ji mexdûrê binpêkirinên giran ên mafên mirovan, ku weke polîtîkayeke dewletê dewam dike Sedat Ekmekçî ye.
Sedat Ekmekçî yê li taxa Asarlik a navçeya Îzmîr Menemenê dijî û di sala 2011'an de di 17 saliya xwe de hat girtin, di her rojên ragirtinê de li îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk rast hat. Bayram Eren Sayin (16) û Engîn Eren Sayin (15) ên li heman taxê dijîn û di sala 2008'an de hatin girtin, li heman Girtîgeha Zarokan a Bergamayê rastî îşkenceyê hatin. Zarokan, îşkenceya li wan hatin kirin ji apê xwe Aydin Eren Sayin ê çû hevdîtina wan re, vegotin.
Sedat Ekmekçî yê li Girtîgeha Zarokan a Bergama hat ragirtin û Aydin Eren Sayin ê li Girtîgeha Zarokan a Bergama çû hevdîtinê, ji ANF'ê re axivîn...
EKMEKÇÎ: KOMÎSER GOT EM KURD IN, LEŞKERAN JÎ DEST BI LÊDANÊ KIRIN
Sedat Ekmekçî diyar kir ku di sala 2011'an de bi sedan polîsan avêtin ser mala wan, ew kirin binçavan, ji Şaxê Siyasî ya Bozyaka ya Îzmîrê ew derxistin pêşberî dadgehê û dadgehê jî bi hinceta 'kevir avêtiya polîs' ew girtiye. Ekmekçî ragihand ku ji ber heman sedemê 3 zarokên din jî hatin girtin û got, "Dema dadgehê biryara girtina me da, komîser em bir Girtîgeha Zarokan a Bergama. Li vê derê em rastî leşkerekî bi paye kir û jê re got, 'Ev Kurd in, li gorî vê yekê nêzî wan bibin.' Fermandar jî fermana 'van bibin odeyê' da. Gava em ketin hundirê odeyê zêdeyî 10 leşker di odeyê de hebûn. Yekî li ser masê rûniştî got 'lêdin' û di destpêkê de 3 kesan li me dan."
Ekmekçî diyar kir ku leşkeran di nava xwe de komên ji sê kesan çêkirin û bi dorê li wan dixistin û got, "Kîjan ji wan bibetiliya, koma din dest bi lêdanê dikir. Ji ber lêdanê laşê me tevizî bû. Wê rojê 15 leşkeran li me xistin. Em tazî kiribûn û li me xistin. Bi qasî 40 rojan nehiştin em malbata xwe bibînin. Dema me bi malbata xwe re hevdîtin kirin, me ji wan re qala rewşê kirin. Wan jî doz vekirin, lê encamek jê derneket."
'DENG JI RAYA GIŞTÎ DERKETIBÛYA WÊ LI ŞAKRAN Û MÛGLAYÊ EV NEBÛYA'
Ekmekçî diyar kir ku ew li koxûşê li îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk a gardiyanan rast hatin û got, "Gardiyanan jî du caran bi tundî li me dan. Hatin ji me re gotin, 'eger hûn di Kurdayetiyê de israr bikin, halê we wê ev be, dest ji vî karî berdin.' Yên siyasî di girtîgeha me de kêm bûn, lewma zexta li me dikirin, gelekî zêde bû."
Ekmekçî da zanîn ku divê raya giştî hîn bêhtir hişyar û hestyar bin û got, "Gava li me dan, eger deng ji raya giştî derketibûya, niha bûyerên li girtîgehên Şakran û Mûglayê qewimîn, rû nedidan. Dibe ku yên îşkence li me dikirin leşker bûn, lê yên hevkarî ji wan re kirin, ew kesên bêdeng mane."
SAYIN: GARDIYANAN ZAROK BERDIDAN HEV Û LI WAN TEMAŞE DIKIRIN
Aydin Eren Sayin jî da xuyakirin ku di sala 2008'an de du birazên wî Bayram Eren Sayin û Engîn Eren Sayin li Girtîgeha Zarokan a Bergama hatine ragirtin û got, "Tevî ku di destê dadgehê de ti delîl tinebû jî her du birazên min girt. Di 2 salên ragirtinê de, dema em diçûn dîtina wan, xuya dikir ku psîkolojiya wan roj bi roj xera dibe. Di nava 2 salên li girtîgehê de li şîdet û zexta psîkolojîk rast hatin. Digotin ku gardiyanan zarokên li wir berdidan hev, li pevçûna wan temaşe dikirin. Zarokan ev yek di hevdîtinê de ji me re digotin. Bi vî rengî hewl didan çavê zarokan bitirsînin. Rojekê 3 gardiyanan Bayram birin cihekî û bi dijwarî lê da. Ew jî dema vegeriya koxûşê, ji ber îşkenceya giran a lê hat kirin, rabû koxûş da ber agir û îsyar kir."
'ÎŞKENCEYA LI ZAROKÊN SIYASÎ ZÊDETIR E'
Sayin da xuyakirin ku bi taybetî îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk li zarokên siyasî tê kirin û got, "Destpêkê ji wan re gotin, 'hûn zarok in, rêxistin we dixapîne, eger hûn dest ji vê têkoşînê berdin, hûn ê li vir neyên ragirtin.' Dûre ji wan re gotin 'eger hûn Kurdayetiya xwe ji bîr nekin, cihê we wê vir ve'. Rojekê birazê min Bayram nexweş ket û wan jî derzî li wî dan. Ji ber vê derziyê bi rojan nekariye ji şûna xwe rabe."