Li Dêrsimê li dijî girtin û binçavkirinan meş

Meclîsa Ciwanan a DBP’ê operasyonên qirkirina siyasî protesto kirin. Di çalakiyê de bang li ciwanan hat kirin ku têkoşînê bilind bikin.

Meclîsa Ciwanan a DBP’ê operasyonên qirkirina siyasî protesto kirin. Di çalakiyê de bang li ciwanan hat kirin ku têkoşînê bilind bikin.

Meclîsa Ciwanan a DBP’ê bi girseya ku di nav de Hevseroka DBP’a Dêrsimê Melek Dolaz, Hevşaredara Akpazarê Fadîme Çetînkaya jî heye ji Kolana Hunerê ber bi Qada Seyîd Riza bi dirûşmên ‘Girtin, binçavkirin û zext me têk nabin’ meşiyan.

EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN

Mîrhan Işik daxuyanî xwend û got: “Mirovahî di pêvajoyek krîtîk a dîrokî de derbas dibe. Di navbera pergala mêtinger û hêzên têkoşîna wekheviyê dimeşînin de pevçûnek dijwar tê jiyîn.  Di vê pevçûnê de rîskên mezin jî hene û derfetên dîrokî hene. Divê hêzên azadî û demokrasiyê vê derfetê baş binirxînin.”

Işik bal kişand ser pêkanînên keyfî û girtin û binçavkirin şermezar kirin û banga bilindkirina têkoşînê kir.