'Pakêta Ewlekariya Hundir' a AKP'ê li Hezexê hat protestokirin

'Pakêta Ewlekariya Hundir' a ji aliyê AKP'ê ve hat amadekirin, li Hezexê bi kincên gelêrî di çalakiyekê de hat şermezarkirin. Di çalakiyê de ji hikûmetê hat xwestin, ku di vê qonaxa dîrokî ya pêvajoya çareseriyê de pakêtê vekişîne.

Li baxçeyê Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Hezexê, bi li xwe kirina kincên gelêrî re 'Pakêta Ewlekariya Hundir' hat protestokirin.

Ji Navenda Çand û Hunerê Sûltan Tezen daxuyaniya li vê derê xwend û diyar kir ku pêvajoya çareseriyê gihaştiye nuqteyeke dîrokî. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku girîng e hikûmeta AKP'ê 'Pakêta Ewlekariya Hundir' vekişîne.

Hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê biryar dan ku bi kincên gelêrî beşdarî civîna vê mehê ya meclîsê bibin.