Ji bo taziyeya Bûdak ê PKK’yî serdana girseyî
Ji bo gerîlayê PKK’ê M. Alî Bûdak ê bi nasnav Egîd (29) salî, ji aliyê MEYA-DER’a Qoserê ve, li mala wî ya li Taxa Şeyhdavut Yalçinkaya konê sersaxiyê hate vedan.
Ji bo gerîlayê PKK’ê M. Alî Bûdak ê bi nasnav Egîd (29) salî, ji aliyê MEYA-DER’a Qoserê ve, li mala wî ya li Taxa Şeyhdavut Yalçinkaya konê sersaxiyê hate vedan.
Ji bo gerîlayê PKK’ê M. Alî Bûdak ê bi nasnav Egîd (29) salî ku sala 1996’ê li gundê Maltepe ya navçeya Dîvrîgî ya Sêwasê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê MEYA-DER’a Qoserê ve, li mala wî ya li Taxa Şeyhdavut Yalçinkaya konê sersaxiyê hate vedan.
Tevî Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Mûsa Alkan, Hevşaredarên Qoserê Îsmaîl Asî û Leyla Salman, hevserok û rêveberên HDP û DBP’ê yên navçeyê, endamên meclîsa şaredariyê û însiyatîfa Dayikên Aştiyê bi sedan kes tevlî taziyeyê bûn.
Di meşa ber bi konê sersaxiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û M. Alî Bûdak (Egîd) hatin hilgirtin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” hatin gotin. Piştî meşê girse gihişt konê sersaxiyê yê ku ji bo Bûdak hatibû vedan.
Piştî dûayan ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê rêz hate girtin. Piştre ji rêveberên navçeyê yên MEYA-DER’ê Halîl Tuguç axivî û got: “Hemû şehîdên me şehîdên Kurdistanê ne. Em soz didin wan em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wan derkevin.”
Piştre dayika gerîlayê PKK’ê Bûdak, Xanê Budak axivî û got: “Egîd ne tenê kurê min e, ew kurê hemû Kurdistanê ye Ez dayika hemû şehîdên Kurdistanê me. Bila serê Birêz Ocalan û gelê Kurd sax be.”
Piştre birayê Bûdak M. Emîn Bûdak axivî û got: “Ji ber ku ew îro şehîdê xwe bi tenê nehiştiye, ez malavahiya we dikim. Birayê min û hevalê wî beriya bîst û neh salan, li gundê Maltepe yê navçeya Dîvrîgî ya Sêwasê sê rojan ketin pevçûnan û di encama karanîna çekên kîmyewî de şehîd bûn. Em ê heta dawiyê xwedî li şehîd û têkoşîna wan derkevin.”