Li gelek navendan coşa 8’ê Adarê
Amadekariyên Meşa Jinan a Cîhanê ku li Nisêbînê wê pêk bê, bi lezgîn berdewam dike. Li aliyê din li gelek navendan 8'ê Adarê bi coşek mezin hat pîrozkirin
Amadekariyên Meşa Jinan a Cîhanê ku li Nisêbînê wê pêk bê, bi lezgîn berdewam dike. Li aliyê din li gelek navendan 8'ê Adarê bi coşek mezin hat pîrozkirin
Amadekariyên Meşa Jinan a Cîhanê ku li Nisêbînê wê pêk bê, bi lezgîn berdewam dike. Li aliyê din li gelek navendan 8'ê Adarê bi coşek mezin hat pîrozkirin.
HEZEX
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ji jinên girtî re kart hatin şandin. Endamên KJA'ê û Nûnerên HDP, DBP'ê jî di navde gelek jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî hatin postexaneya Hezexê û kart ji jinên girtî re şandin.
NISÊBÎN
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî ji bo Meşa Jinên Cîhanê ku di 6'ê Adarê de pêk bê amadekarî bi hemû leza xwe berdewam dike. Berî meşê gelek jin li Parka Demokrasiyê kom bûn û li ber dengê def û zurneyê govend gerandin. Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, bang li hemû jinên cîhanê kir ku di 6-7'ê Adarê de li ser sînorê Nisêbînê kom bibin û sînorê bê wate ji holê rakin.
Jinan piştî li Parka Demokrasiyê daxuyanî dan, belavokên "Heta ku hemû jin azad bibin em dê bimeşin" belav kirin.
ELBAK
Li navçeya Elbaka Wanê jî bi heman armancê bi sedan jin li Qada Newrozê kom bûn, şahiyek pêk anîn. Di şahiyê de endam û nûnerên Kongreya Jinên Azad (KJA), HDP, DBP, MEYADER, DİSK, KURDÎ-DER, Meclisa Dayikên Aştiyê, hevşaredar û gelek jinên din amade bûn. Li qada Şahiyê wêneyên endama YPJ'ê Arîn Mirkan, Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez Ozgecan Aslan hatin daliqandin. Li ser navê jinan Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahin li ser dîroka 8'ê Adarê nirxandin kir. Şahîn, diyar kir ku wan têkoşina jinên kurd ji Zilanan wergirtiye û bi Arin Mirxanan berdewam dikin. Piştre helbest hatin xwendin.
ARTEMÊT
Li navçeya Artemêtê ya Wanê jî endamên meclîsa Şaredariya Artemêtê bi cilên kurdî beşdarî civina meclisa şaredariyê bûn.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî gelek jin li ber avahiya DBP'ê ya Geverê kom bûn, heta Postexaneyê meşiyan. Jinên ku heta Postexaneyê meşiyan, kart ji jinên girtî re şandin. Jinan ji bo Mîtînga 8'ê Adarê ku li Parka Çandê ya Musa Anter pêk bê xebatên pankart û afîşan hatin meşandin.
HÎZAN
Li navçeya Hîzanê ya Bedlîsê jî bi heman armancê di pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de endamên meclîsên şaredariyê, hevşaredarên Hîzan, Norşîn, Gever û Tatikê amade bûn. Jinan di şahiyê de alên KCK û PKK'ê û wêneyên 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, posterên endama YPJ'ê Arin Mirkan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Jinên ku alên YPG, YPJ û KJA'ê hilgirtin, bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Jinan govend gerand û coşa xwe parvekirin.