Şervanên li ser navê Yekîneyên Propagandaya Çekdarî yên Marksîst Lenînîst (MLSPB) ji eniya şer daxuyanî dan anîn ziman, ku ji hefteya destpêkê ya meha Cotmehê û vir ve ew li eniyên Şoreşa Rojava li gel hêzên YPG/YPJ'ê re şer dikin û herî dawî di pêngava li Til Hemîsê de cih girtine.
Şervanan ragihandin ku li Kobanê, Cezaa, Şengal û gelek nuqteyên din ên Rojava ew di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de cih digirin û gotin, "Hemû gelên li Rojhilata Navîn dikarin li eniyeke hevpar bicivin. Dikarin eniyên şoreşê ava bikin. Heta tevahiya Rojava rizgar bibe, heta her çar parçeyên Kurdistanê rizgar bibin em ê jî hêzên YPG/YPJ'ê re wezîfe û rola xwe ya dîrokî bicih bînin. Rêxistina me wê li tevahiya welatên Rojhilata Navîn, bi hemû gelên Rojhilata Navîn re ji bo azadkirina Rojhilata Navîn, rizgariya Rojhilata Navîn ji hemû rejîmên paşverû, ji bo azadî û wekheviyê hemû berpirsyarî û wezîfeyên xwe wê li eniyên şerê şoreşgerî, li eniyên şoreşê bicih bîne."