KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
Ji YJA Star û YPJ Şengal çalakiyên hevpar
Hêzên YJA Star/YPJ-Şengal, ji bo bîranîna gerîlayên jiyana xwe ji dest dan Edessa û Vînar Semsûr hin rêze çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de 5 çete hatin kuştin.
-
Şervanê YPG'ê Altûnç hat definkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Firat Altûnç (Harûn Goyî) yê 2'ê Adarê di pêngava azadkirina gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê ji hêla hezaran kesî ve hate definkirin.
-
-
-
YPG: Li Kobanê û Cizîrê 19 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku di pevçûnên duh bi şev ên li Kantonên Kobanê û Cizîrê de 19 çete hatine kuştin û li Kobanê gundên Şiyox a Jêrîn û Nasirî hatine rizgarkirin.
-
-
-
-
-
Ji Saarlandê alîkarî ji bo Kobanê hat şandin
Li eyaleta Saarland a Elmanyayê, komên Dijberiya Diberan (Gehgegeneinder) ên ji Ciwanên Azad û ciwanên Elman pêk tê, alîkariya barê TIR'ekê ya ji bo Kobanê berhev kiribûn, bi rê kirin.
-
Bajarokê Şixoy hat azadkirin
Bajarokê Şixoy ê li rojavayê Kantona Kobanê, ku li qiraxa Çemê Firatê ye duh bi şev ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hat azadkirin. Bi vê yekê hemû herêmên di navbera Cerablûs û Kobanê yên li rojhilatê Çemê Firatê ji çeteyan hatin paqijkirin.
-
'Ji bo zindîkirina cîrantiya li heman axê'
Komeleya Dostaniya Emenî û Elewiyan a Dêrsimî (DERADOST) li Dêrsimê ava bû. Bi vê komeleya ku li Tirkiye û Kurdistanê ya yekemîn e tê xwestin, li Ermenî û Kurdên Elewî yên herêmê bi taybetî ji li Dêrsimê ji nû ve li hev bicivin.
-
-
Ji Kobanê çend wêne
Li navenda bajarê Kobanê, li aliyekî Kobaniyî hewl didin avahiyên ji şer mayî paqij bikin, li aliyê din jî zarok ji xwe re dilîzin.
-
Karasû: Pratîk nebe gotin bê wate ye
Karasû: "Dibêjin, 'pêvajoya çareseriyê baş dimeşe, pêvajoya çareseriyê heye, em di pevajoya çareseriyê de biryar in', hingî em ê jî bêjin 'fermo bicih bînin'. Ev gotin divê werin gotin, lê belê di pratîkê de jî divê bi cih bên anîn."
-
Çar şervanên YPG’ê hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Basil Selman (Qendîl Qamişlo ), Kivan Derwêş (Çekdar Hilêliyê) û Hogir Temo (Hogir Qamişlo) li Qamişlo, cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdilhemîd Fewaz bi nasnav Kofî Barafî li Dirbêsiyê hatin defnkirin.
-
Esra Yakar serbest hat berdan
Xwendekara Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê Esra Yakar a ku ji ber ku xizmeta birîndarên Kobanê kiribû hatibû girtin, serbest hate berdan.
-
Rêya duble ya AKP’ê bû rêya mirinê
Li Bismilê Abdulazîz Bayman ê ajokarê otomobîla ku li qapaxa rogarê qelibî û teqle avêt duh jiyana xwe ji dest da. Elîf Topkan a 7 salî ya bi birîndarî rizgar bû jî îro li nexweşxaneya ku tedawî didît jiyana xwe ji dest da.
-
-
-
-
-
12 cangoriyên YPG/YPJ'ê bi merasîmekê hatin bîranîn
Bi hezaran welatiyên bajarê Dêrikê û Girkê Legê serdana konê sersaxiyê yê 12 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Til Hemîs û Til Berakê de jiyana xwe ji dest dan, kirin û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.
-
-