YPG: Li Kobanê û Cizîrê 19 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku di pevçûnên duh bi şev ên li Kantonên Kobanê û Cizîrê de 19 çete hatine kuştin û li Kobanê gundên Şiyox a Jêrîn û Nasirî hatine rizgarkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku di pevçûnên duh bi şev ên li Kantonên Kobanê û Cizîrê de 19 çete hatine kuştin û li Kobanê gundên Şiyox a Jêrîn û Nasirî hatine rizgarkirin.

LI ROJAVA GUNDÊN ŞIYOX A JÊRÎN Û NASIRÎ HATIN RIZGARKIRIN

Navendê ragihand ku di çarçoveya operasyona azadkirina bajarokê Şiyox ê li rojavayê Kobanê de, duh bi şev gundên Şiyox a Jêrîn û Nasirî ji çeteyan hatin paqijkirin û diyar kir, ku piştî rizgarkirina gundê Şiyoxê çeteyên mayî ji herêmê reviyan û pira li ser çemê Firatê teqandin.

LI ENIYA ROJHILAT 9 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li gorî daxuyaniyê, li rojhilatê Kobanê çeteyan li nêzî gundê Şêro hewl dan êrîş bikin û li bersiva tund a hêzên YPG/YPJ'ê rast hatin. Hat ragihandin ku di pevçûna li vê derê de 7 çete hatine kuştin, tevî 4 termên çeteyan 1 BKC, 2 kalaşnîkov, 2 rext û 500 fîşekên kalaşnîkovê ketin destê YPG'ê.

Navendê da zanîn ku li heman herêmê li hember gundê Akbaş çalakiyek pêk hatiye û 2 çete li vir hatine kuştin.

DI PEVÇÛNÊN LI BAŞÛR DE 7 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê pevçûnên li eniya başûr de jî ev agahî da:

"Duh bi şev komên çeteyan li hemberî rêbenda Dîcle ya li başûrê Kobanê êrîşek lidar xistin. Li ser bersiva tund a hêzên me, çeteyan nekarî xwe bigirin û reviyan. Di pevçûnên li vê qadê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Hêzên me, komên çete yên li nêzî girê Sîdar ê li heman herêmê xwe bi cih kiribûn jî kirin hedef û 4 endamên çeteyan li vir hatin kuştin."

3 ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN

Navenda Çapemeniyê got, "Di pevçûnên 24 saetên dawî de de 3 rêhevalên me yên ku bi lehengî şer kirin gihîştin şehadetê."

LI KANTONA CIZÎRÊ 3 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê pevçûnên li Kantona Cizîrê de jî agahî da û diyar kir ku, hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li hemberî çeteyên xwe li derdora gundê Xerîta yê di navbera Hesekê û Til Temirê de bicih kiribûn çalakî pêk anîne û di encamê de 2 çete hatine kuştin.

Hat ragihandin ku di şeva 4'ê Adarê de jî li nêzî bajarokê Alya li hemberî komên çete çalakiyek hat lidarxistin û di encamê de wesayîteke leşkerî hat rûxandin, çeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû.