Bi hezaran welatiyên bajarê Dêrikê û Girkê Legê serdana konê sersaxiyê yê 12 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Til Hemîs û Til Berakê de jiyana xwe ji dest dan, kirin û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.
Bi hezaran welatiyên ji bajarên Dêrik û Girkê Legê serdana konê sersaxiyê ji bo şervanên YPG/YPJ’ê Şîraz Hawar, Tolhildan Emara, Cûdî Dêrik, Zîlan Rizgar, Azad Rojhilat, Partîzan, Armanc, Amded û Rûkan ên di berxwedana Til Hemîs û Til Berek de jiyana xwe jidest dabûn re hatibû vedan, kirin. Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulha Ocalan û cangoriyên azadiyê vekir bê navber diruşmeyên dilsoziya bi hêzên YPG û YPJ’ê re berz kir. Di merasîmê de şervanên YPG’ê Bagok ê Awûstûralyayî û Kemal ê Brîtanyayî hatin bîranîn.
Di bin konê sersaxiyê de merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê TEV-DEM’ê Merwan Koçer, li ser navê Yekîtiya Star Hilwa Mihemed, fermandara YPJ ya Dîrikê Roza Dêrik, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Ebdulezîz û li ser navê jinên kampa Newroz a penaberan Dijwar Murad axivîn.
Di axaftinan de bal hat kişandin ser rola berxwedana hêzên YPG û YPJ ya li dijî komên çete û hate gotin ku bi saya cangoriyan, gelê Kurd îro bi awayekî azad bi hemû pêkhateyên Rojava re dijî. Di axaftinên li merasîmê de soza şopandina rêya cangoriyan hat dayîn.
Merasîm bi qîrîna dirûşmeneyên dilsoziyê bi dawî bû.