Li Zap, Gare û Metîna tevgera pêgerên keşfê

HPG'ê da xuyakirin, ku artêşa Tirk bi rêya pêgerên bê mirov ên hewayî li Herêmên Parastinê yên Medyayê keşif kiriye.

HPG'ê da xuyakirin, ku artêşa Tirk bi rêya pêgerên bê mirov ên hewayî li Herêmên Parastinê yên Medyayê keşif kiriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê hewldanên keşfê û bombebarana artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di 4'ê Adarê saet di navbera 06:30 - 08:30 de li herêma Gareyê, saet di navbera 11:00 - 13:00 û 19:30 - 22:00 de li herêma Zapê, di 5'ê Adarê saet di navbera 02:00 - 05:00 de li herêma Metînayê, pêgerên bê mirov ên hewayî yên artêşa TC a dagirker, keşif kirine.

Di 4'ê Adarê saet di navbera 21:30 - 22:00 de ji Qereqola Serbesta a li navçeya Şirnex Qilabanê, ku di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye, bi hawanan qada Tepê Kuro Şîno hatiye bombekirin."