Ji Saarlandê alîkarî ji bo Kobanê hat şandin
Li eyaleta Saarland a Elmanyayê, komên Dijberiya Diberan (Gehgegeneinder) ên ji Ciwanên Azad û ciwanên Elman pêk tê, alîkariya barê TIR'ekê ya ji bo Kobanê berhev kiribûn, bi rê kirin.

Di daxuyaniya li ser navê organîzasyonê hat dayîn de hat gotin, "Berê jî alîkarî hatin şandin. Lê belê vê carê li gorî pêwîstiyan alîkarî hat şandin. Alîkarî ji mamayê bebekan, kel û melên paqijiyê û alîkariya tibbî pêk tê. Em ê alîkariyên bi vî rengî dewam bikin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di berhevkirin û şandina alîkariyên ji bo Kobanê de, sazî û dezgehên Elman alîkariyeke cidî dan û malîavayiya saziyên bi navê AWO, Klinik Winterberg (Nexweşxaneya Winterberg), Jugend Zentrum Voelklingen (Navenda Ciwanan a Voelklingen), Kinder Haus Voelklingen (Mala Zarokan a Voelklingen), Grund Schule Wadgassen (Dibistana Seretayî ya Wadgassen), Şaredariya Voelklingen û gelek doktor û dermanfiroşan, hat kirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin, ku alîkarî wê ji niha û pê ve jî werin berhevkirin û şandin.