Meclîsa Gel a Dêrsimê: Li Periyê qirkirin heye!
Li Dêrsimê ligel ku biryara rawestandina der barê çêkirina bendava Pembelîk û projeya HES’ê hatibû dayîn jî, çêkirina wê didome, hat protestokirin.
Li Dêrsimê ligel ku biryara rawestandina der barê çêkirina bendava Pembelîk û projeya HES’ê hatibû dayîn jî, çêkirina wê didome, hat protestokirin.
Li Dêrsimê ligel ku biryara rawestandina der barê çêkirina bendava Pembelîk û projeya HES’ê hatibû dayîn jî çêkirina wê didome û çêkirin hat protestokirin. Endamê Meclîsa Gel a Daîmî ya Dêrsimê Yildirim di çalakiyê de axivî û got ku ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.
Meclîsa Gel a Dêrsimê daxuyaniyek da û berdewamkirina çêkirina Bendava Pembelîk û projeya HES’ê ya ku çêkirina wê di 2008’an de hatibû destpêkirin û Dadgeha Îdarî ya Elezîzê biryara rawestandina projeyê dabû, biryar dabû ku santral bê mohrkirin, protesto kir.
BÊHIQÛQÎ DIDOME
Meclîsa Gel a Dêrsimê li ber şaredariyê hatin cem hev û ber bi Midûriyeta Bajar û Hawirdorê ve meşek pêk anîn û pankarta ‘Li Periyê qirkirin heye’ vekirin. Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn û gelek kes tevlî meşê bûn. Endamê Meclîsa Gel a Dêrsimê Bariş Yildirim axivî û got ku li Periyê bêhiqûqî didome, sazî û desteyên dewletê bêdengin.
Yildirim got ku ew wek Meclîsa Gel wê têkoşîna xwe ya li dijî projeyên HES’ê bidomînin.