Komeleya Dostaniya Emenî û Elewiyan a Dêrsimî (DERADOST) li Dêrsimê ava bû. Bi vê komeleya ku li Tirkiye û Kurdistanê ya yekemîn e tê xwestin, li Ermenî û Kurdên Elewî yên herêmê bi taybetî ji li Dêrsimê ji nû ve li hev bicivin.
Ji damezrînerên Komeleyê Serkan Sariataş da xuyakirin ku Sersor-Elewiyên Dêrsimî, di dema "Qirirkina Ermeniyan" de cîran û kirîvên xwe yên Ermenî nedane dest û anî ziman ku hemû gelên li Dêrsimê dijîn di dema qirkirinê de gelê Ermenî li mala xwe veşartine û parastine. Sariataş got, "Hin bûyerên şexsî, kêm caran hat dîtin, lê belê hîn bêhtir dostanî derket pêş. Em dixwazin vê dostaniya xwe careke din derxînin pêş, têkilî û zimanên hev ên me ji bîr kirine, careke din bînin bîra hev."
'EM DIXWAZIN MIROV BIGIHÎNE MIROVAN'
Sariataş der barê armanca xebatên komeleya xwe de ev agahî da: "Em dixwazin li hev kombûna Ermeniyan û Dêrsimiyan, ku qels e xurt bikin. Bi dîtina me ev yek ne tenê bi Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê dibe, bi serdanên demên pêş em dikarin vê yekê pêk bînin. Tevî ku em komeleyeke nû ne jî, ji bo vê yekê hin hewldanên me çêbûn. Em dixwazin diyaloga di navbera gelan de bi pêş bixînin, neviyên cîranên bav û kalên me li hev bicivînin."
'ME KÛRSA ZIMAN A HAYERENCE 'ZIMANÊ ERMENÎ' DAN DESTPÊKIRIN'
Sariataş anî ziman ku wan starta xebatên komeleyê dane û da xuyakirin ku wan kûrsa Hayerence (zimanê Ermenî) yê li Dêrsimê êdî nayê axaftin, dane destpêkirin. Sariataş ragihand ku ew ê di demeke nêz de kûrsa Kirmanckî bidin destpêkirin û di nava meha Adarê de jî hin keyayên gundê Dêrsimê ji bo gerê bibin Êrîvanê, ku mirov hev du nas bikin, hevaltiyê bi hev re deynin.
Sariataş diyar kir ku wan pirtûkên bi zimanê Ermenî li ser Dêrsimê hatine nivîsandin wergerandine Tirkî û got ku ew ê romana bîranînê ya bi navê "Li Dêrsimê Girî-1915" a ji aliyê mamosteyê kûrsa ziman Dîran Lokmagozyan ve hatiye wergerandin, çap bikin.