Bajarokê Şixoy ê li rojavayê Kantona Kobanê, ku li qiraxa Çemê Firatê ye duh bi şev ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hat azadkirin. Bi vê yekê hemû herêmên di navbera Cerablûs û Kobanê yên li rojhilatê Çemê Firatê ji çeteyan hatin paqijkirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, hêzên YPG/YPJ’ê şevê din li bajarokê Şiyox (Şêxler) ê 45 kîlometre li rojavayê Kobanê û li kêleka Çemê Firatê ye, li hemberî çeteyên DAIŞ’ê operasyon dan destpêkirin.
Di encama operasyona ku heta ber destê sibehê dewam kir de, bajarok bi temamî hate rizgarkirin. Di operasyonê de gelek çete hatin kuştin û hinek cenazeyên wan ketin destê YPG’ê. Çeteyên ku ji bajarok reviyan, çûn Cerablûs û pira di navbera Şiyox û Cerablûs teqandin.
Bi rizgarkirina Şiyoxê re, hemû herêmên di navbera Cerablûs û Kobanê yên li rojhilatê Çemê Firatê ji çeteyan hatin paqijkirin.