Karasû: Pratîk nebe gotin bê wate ye

Karasû: "Dibêjin, 'pêvajoya çareseriyê baş dimeşe, pêvajoya çareseriyê heye, em di pevajoya çareseriyê de biryar in', hingî em ê jî bêjin 'fermo bicih bînin'. Ev gotin divê werin gotin, lê belê di pratîkê de jî divê bi cih bên anîn."

Karasû: "Dibêjin, 'pêvajoya çareseriyê baş dimeşe, pêvajoya çareseriyê heye, em di pevajoya çareseriyê de biryar in', hingî em ê jî bêjin 'fermo bicih bînin'. Ev gotin divê werin gotin, lê belê di pratîkê de jî divê bi cih bên anîn."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de destnîşan kir ku yekane alternatîfa meyla otorîteriyê ya AKP'ê bisekinîne, serketina HDP'ê di vê hilbijartinê de ye û got, "HDP niha hevrikê herî girîng ê AKP'ê ye, mûxalefeta bingehîn e. Bi rastî jî yekane hêza karibe rûyê rast ê AKP'ê derxîne holê HDP ye. Eger HDP bi pêş bikeve û xurt bibe, li ser bingeha Rêber Apo destnîşan kiriye, Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên çep û alîgirên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, wê Tirkiyeyê demokratîk bikin. Eger HDP bi awayekî serketî ji hilbijartinê derkeve, di serî de pirsgirêka Kurd wê çareseriya hemû pirsgirêkan xwe bidin der. Ji xwe projeya Rêber Apo danî holê, ne tenê projeyek li hemberî AKP'ê ye, projeyek ji bo siyaseta Tirkiyeyê, ji bo civaka Tirkikyeyê ye."

Karasû da zanîn ku di rewşa heyî de projeyek hatiye pêşkêşkirin û hînê ne diyar e AKP, dewletê wê bersiveke çawa bide vê projeyê. Karasû ragihand ku ew ê li pratîka dewlet û hikûmetê binêrin û di vî warî de ev nirxandin kir:

"Dibêjin, 'pêvajoya çareseriyê baş dimeşe, pêvajoya çareseriyê heye, em di pevajoya çareseriyê de biryar in', hingî em ê jî bêjin 'fermo bicih bînin'. Ev gotin divê werin gotin, lê belê di pratîkê de jî divê bi cih bên anîn. Ev şeş-heft sal in rewşeke bêpevçûniyê heye, bêçalakiyê, agirbestê heye. Lê belê ev bingeh ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd nayê bikaranîn. Lewma ji ber pratîka AKP'ê ya salên bihurî, bêguman di nava raya giştî de fikar û guman hene. Ya ku ev fikar derxist holê jî pratîka AKP'ê ye. Belê, daxuyanî girîng e, em daxuyaniyê dîrokî dibînin, lê em ê bi demê re bibînin ku AKP wê pêwîstiyên vê daxuyaniyê bicih bîne yan na. Vê daxuyaniyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bingeheke xurt afirandiye û encam nêz kiriye. AKP gavê neavêje jî eger hêzên demokrasiyê, HDP vê rewşê baş binirxînin ku karibin Tirkiyeyê demokratîk bikin, di serî de pirsgirêka Kurd hemû pirsgirêkan çareser bikin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da xuyakirin ku niyeta AKP'ê çi dibe bila bibe, rewşa derketiye holê li gorî berjewendiyên gelan e û anî ziman ku girîng e hêzên demokrasiyê xwedî li HDP'ê derkevin û vê daxuyaniyê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd binirxînin.

'DEMOKRASÎ Û AZADÎ BI TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ VÊ HIKÛMETÊ WÊ PÊK WERIN'

Karasû anî ziman ku muzakereya li Îmraliyê bi dewletê re bê meşandin an jî rewşa bêpevçûnî ya bi dewletê re ku ku AKP niha temsîla wê dike rewşeke cuda ye, têkoşîna li hemberî AKP'ê mijareke cuda ye.

Karasû diyar kir ku di roja îro de hêza ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê li hemberî wê têdikoşe AKP ye û got, "Ji ber ku desthilatdarî ew e. Lewma, demokrasî û azadî bi têkoşîna li hemberî vê hikûmetê re dikarin pêk werin. Daxuyaniya li Dolmabahçeyê û muzakereyê gengaz ên li Îmraliyê jî, vê têkoşînê îfade dikin. Ji xwe hînê li holê muzakere nîne. Hewldan heye ku dewletê û AKP a dewleta demî ye ber bi muzakereyê ve bên kişandin."

'PÊWÎSTE HEYETA ŞOPANDINÊ ŞERT Û MERCAN BIŞOPÎNE'

Karasû da zanîn, ku bi destpêkirina muzakereyê de divê heyeteke şopandinê hebe, ku bi şopîne ka muzakere bi çi rengî dimeşe, kî li gorî mercên muzakereyê tevdigere, kî li gorî mercên agirbestê tevdigere, kî tevnagere.

Karasû bal kişand ser girîngiya serbestberdana girtiyên nexweş û got, ""Rêber Apo jî, tevgera me jî di vî warî de gazin kirin, anîn bîra dewletê. Gotin, 'Me leşker û wezîfedarên dewletê serbest berdan, lê we hînê girtiyên nexweş serbest bernedan'. Serbestbernedana girtiyên nexweş, feraset û helwesta AKP'ê nîşan dide. Naxwe, girtiyên nexweş nabe bibe mijara bazariyê. Ne Rêberê me, ne HDP ne jî em vê neyê nakin mijara bazarê. Lewma serbestberdana girtiyên nexweş ne gaveke niyeta baş e, ne jî gavek gavek di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de ye. Wezîfeya dikeve ser milê hikûmetê ye. Ev yek ji aliyê esasî ve di deh xalan de hatine destnîşankirin."

'DIVÊ TEVGERA ME Û RÊBER APO KARIBIN HEVDÎTINÊ BIKIN'

Karasû da xuyakirin ku pêwîste Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinan bikin û got, "Di her firsendê de radibin dibêjin, di navbera Îmrali û Qendîlê de nakokî heye. Tiştekî bi vî rengî nîne, lê eger li vê difikirin, bila derfetên hevdîtina Rêber Apo û Tevgera me biafirînin. Ji xwe ji bo muzakereyeke başe û ji bo çareseriyê, şert e hevdîtinê bikin."

'PÊWÎSTE PAKÊTA EWLEKARIYÊ WERE VEKIŞANDIN'

Karasû li gel vê yekê bibîr xist ku Hevserokatiya Konseya Rêveber a Tevgera Azadiyê dabû xuyakirin ku divê 'Pakêta Ewlekariyê' were vekişandin û got, "Ne tenê em vê dibêjin, hemû hêzên demokrasiyê vê dibêjin. Eger tu yê pirsgirêka Kurd çareser bike, tu yê Tirkiyeyê demokratîk bike, hingî çima tu vê pakêtê tîne Meclîsê. Diyar e, divê ev pakêt were vekişandin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da xuyakirin ku di rêveçûna pêvajoyê de xala herî girîng agirbesta qewînkirî ye û got, "Wê demê divê soz were dayîn ku çêkirina qereqol, bendav û rêyên bi armancên leşkerî werin sekinandin. Her wiha divê soz were dayîn, ku girtinên siyasî pêk nîne."

Karasû herî dawî ragihand ku wezîfeya dikeve ser milê derdorên demokrasiyê û gelê Kurd ew e, ku ji bo demokratîkbûyîna di vê daxuyaniyê de hat destnîşankirin bicih were anîn, zextê li hikûmet û dewletê bikin.