Cenazeyên şervanên YPG’ê Basil Selman (Qendîl Qamişlo ), Kivan Derwêş (Çekdar Hilêliyê) û Hogir Temo (Hogir Qamişlo) yên ku di operasyona rizgarkirina Til Hemîs de jiyana xwe li dest dabûn, li Qamişlo hatin definkirin. Bi sedan welatiyan cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdilhemîd Fewaz bi nasnav Kofî Barafî yê di berxwedana Til Temir de li dijî çeteyên DAIŞ’ jiyana xwe ji dest da, li goristana Şehîd Ristem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê oxir kirin.
Şervanên YPG’ê Basil Selman (Qendîl Qamişlo), Kivan Derwêş (Çekdar Hilêliyê) û Hogir Temo (Hogir Qamişlo) yên ku di operasyona rizgarkirina Til Hemîs de jiyana xwe li dest dabûn, ji Mala Gel ya Enteriyê ji aliyê sedan kesan ve hatin wergirtin û li ser milan bi meşê birin Goristana Şehîd Delîl Sarûxan Di meşe de alên TEV-DEM, jinên ciwan û wêneyên şehîdan hatin hildan.
Piştî girse gihîşt goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Endama Kordînasyona TEV-DEM’ê Henîfe Hisên axivî û diyar kir ku van hevalên wan canê xwe ji bo axa pîroz ya welatê Rojava kirine mertal û şehîd ketin.
Henîfe Hisên bal kişand ser êrîşên çeteyana ên k udi 4’ê Kanûna 2013’an de li Til Hemîsê çêbibûn û 43 şervanên YPG’ê jiyana xwe li dest dabû û wiha got: “Me li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan soz dabû ku em ê tola şehîdên xwe hilbidin. Îro ev operasyona rizgarkirinê tola şehîdên me yên Til Hemîs û Til Berak bûn.”
Henîfe axavtina xwe wiha berdewam kir: “Bi berxwedanî û serketina Arîn Mîrkan, Devrîm û Seydoyan îro Til Hemîs û Til Berak rizgar bûne. Ew kesên ku ji derve êrîşê me dikin dibêjin ‘gelên herêmê ne birane’ ew xewnan dibînin, kurd, Ereb, Sûryanî û Asûrî biran e.”
Henîfe Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li hemû eşîrên Erebên herêma Kantona Cizîrê kir ku neyên leyîstokên dijminên derve.
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wesîle Ezîz û li ser navê Yekîtiya Oldarên Misilman ên Kantona Cizîrê Mehemed Xerizî axivîn. Axaftvanan diyar kirin ku şoreşa Rojava Şoreşa Şehîdan e û gotin ku hemû baweriyên herêmê yên wekî Misilman, Sunî, Şiî û Mesihî biran e û li kêleka hev îro li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin.
Piştre dayika şerrvanê YPG’ê Qendîl li ser daxwaza kurê xwe strana “Dil dixwaze here cengê” ku beriya şehadeta xwe ji dayîka xwe re gotibû, lorand. Her wiha xalê şervanê YPG’ê Çekdar yê bi navê Ebdulsemal jî helbestek li ser Rojavayê Kurdistanê xwend.
Piştî axavtinan nasnameyên cangoriyên azadiyê yên her sê şervanên YPG’ê hatin xwendin.
Di dawiya merasîmê de bi tililiyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” her sê şevanên YGP’ê hatin oxirkirin.
BI SEDAN CENAZEYÊ KOFÎ BARAFÎ OXIR KIRIN
Bi sedan welatiyan cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdilhemîd Fewaz bi nasnav Kofî Barafî yê di berxwedana Til Temir de li dijî çeteyên DAIŞ’ jiyana xwe ji dest da, li goristana şehîd Ristem Cûdî ya li gundê Berkevirê oxir kirin.
Ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdilhemîd Fewaz (Kofî Barafî) bi sedan welatiyên bajarê Dirbêsiyê, Til Temir û bajarokê Abû Rasên wêneyên tekoşran û alên Kurdî rakiribûn û li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê kom bûn.
Girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Kofî Barafî wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber ve goristina şehîd Ristem Cûdî ya gundê Berkevirê ya bajarê Dirbêsiyê ve bi rê ketin.
Piştî ku girseya gel gihîşt goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir. Piştre Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Tahir axivî û bal kişand ser berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê.
Tahir destnîşan kir ku têkoşer bi xwîna xwe ya paqij axa Rojava av didin û wiha domand: “Pêwîst e gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bikin û metirsiya çeteyên DAIŞ’ê li ser herêmên Rojava dûrbixin. Berxweda Til Temir bû berxwedana Kobanê ya 2’yemîn.”
Piştre bavê têkoşer Kofî Barafî helbestek li ser têkoşer Kofî û têkoşerên Rojava got û soza şopandina rêya tekoşran dûbare kir.
Piştre belgeya şehadet hate xwendin û bi tililî û dirûşmên weke “ Şehîd namirin û bijî berxwedana YPG’ê û YPJ’ê” radestî malbata têkoşer hate kirin.