KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPG: Rojavayê Kobanê bi temamî hate paqijkirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir di operasyona rizgarkirina Kantona Kobanê de, herêma rojava ya Kantonê bi temamî ji çeteyan hatiye rizgarkirin. -
Xizmên windayan xwestin kiryarên windayan bên darizandin
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan di çalakiyên xwe yên hefteyî de careke din xwestin kiryar bên dîtîn û bên darizandin. Di çalakiya Amedê de dayİkan 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin. -
Keşf bi awayekî zêde didomin
Keşfên artêşa Tirk ên li hember herêmên Parastinê yên Medya bi awayekî zêde didomin. -
Cenazeyê şervana YPJ'ê Sezgîn anîn Rihayê
Cenazeyê şervana YPJ'ê Zehra Sezgîn (Jin Jiyan) a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin û bi dirûşman birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. -
8’ê Adarê li çiyayên Kurdistanê hat pîrozkirin
8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Hêrêmên Parastinê yên Medya bi tevlîbûna sedan gerîlayên YJA Star bi heybet hat pîrozkirin. -
Ji KESK'ê û Komeleya Alimên Botanê ji bo welatiyên Kobanê alîkarî
Heyata bi pêşengiya Meclîsa Jinên KESK'ê yên Cizîrê û Komeleya Alimên Botanê ji bo avakirina Kobanê kermes vekiribûn û alîkariya ji kermesê berhev kirin anîn Pirsûsê. -
‘Jinên Kurd ji bo têkoşîna jinên cîhanê dibin mînak’
Parlamentera Syriza Afroditi Stampouli û Sekretera Ewopa ya DKY Marie Thérésé Matinelli diyar kirin ku jinên Kurd berxwedaneke ku ji têkoşîna jinên cîhanê re bibe mînak nîşan dan. -
Fermandarê Helebî yê berxwedana Kobanê: Xemgîn Cûdî
Yek ji fermandarên YPG’ê Xemgîn Cûdî yê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li jiyana xwe ya kurt gelek serketin û paşerojek têkoşînê ya têr û tijî bi cih kir. -
Meclîsên jinan a DBP’ê: Em ê zîhniyeta nêrza hilweşînin
Meclîsên Jinan a DBP’ê bal kişand ser wateya dîrokî ya 8’ê Adarê, diyar kir ku serwer komkujiyên li hember jinan û berxwedana li hember van komkujiyan ji nedîtî ve tên. -
Gundiyên bazirganiya sînor dikirin ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin
Li navçeya Qilaban a Şirnexê gundiyên gundên Taşdelen û Ortabag ên ji bo bazirganiyê çûn Başûrê Kurdistanê, di dema vegerê de rastî gulebarana leşkeran hatin. -
Rojavayê Kobanê ji çeteyan hat paqijkirin
Li Kobanê di encama operasyonan de sînorê berê yê eniya rojava hate derbaskirin û rojhilatê çemê Firatê bi tevahî derbasî destê hêzên YPG û YPJ’ê bû. -
Di êrîşa hawanan de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
Di êrîşa bi hawanan a çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Til Temir du sivîlên 65 salî jiyana xwe ji dest dan. -
Venekirina korîdora mirovî ve alîkarî tên astengkirin
Ji bo piştgirî û piştevaniya welatiyên Kobanê welatiyên li Awûstûryayê dijîn li ser navê Komeleya HAWAR'ê TIR'ek ya derman, xurek û gelek pêdiviyên jin û zarokan têde anîn Pirsûs -
Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundên Asûriyan kir
Çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk duh bi şev êrîşî gundên Tilhefyan û Ruguba yên Asûriyan kir. -
Li Kobanê 41 çete hatin kuştin
Di çalakiyên şevê din ên YPG’ê ku li rojhilat û başûrê rojhilatê Kobanê hatin lidarxistin de, 41 çete hatin kuştin, gelek cebilxane hate desteserkirin. -
Nasnameya gerîlayeke di 1987’an de jiyana xwe ji dest daye hat aşkerakirin
Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê diyar kir ku Gulşen Gungor a bi nasnav Zozan ku di 1976’an beşdar bûye û di 1983’an de tevlî refê gerîlayan bûye di 1987’an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest daye. -
Li Qerejdax birinc û sewalvanî dimire
Li Qerejdax a hema li ber serê Amedê ye ku demekê bi hilberîna birinc û sewalvaniyê dihat naskirin niha ev kar ber bi dawîbûnê ye. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Can ji Meletî hat wergirtin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ferhat Can (Serhad Xerzan) ê sala 2012’an li bejahiya Xerzan jiyana xwe ji dest da, ji Goristana Bêkesan a Meletî hat wergirtin û ji bo bispêrin axê anîn Bedlîsê. -
Ji bo 5 şervanên YPG'ê oxirkirina bi heybet
Cenazeyên 5 şervanê YPG'ê yên bi navê Tolhildan Efrîn, Hecî Henedî Hemik, Dilbirîn Rojhilat, Agir Kobanê û yek ji şervanê navê wî nayê zanîn îro bi merasîmek leşkerî hatin definkirin. -
Heyeta ji muhendisên Amedê li Kobanê ne
Heyetek ji 35 muhendisên Bakurê Kurdistanê bi armanca di xebatên ji nû ve avakirina Kobanê de cih bigirin serdana Kobanê kirin. -
Li Amedê amadekariyên Newrozê destpê kirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dest bi amadekariyên Cejna Newrozê kir, li Parka Newroz û derdora dest bi rastkirinê kir. Wê darên nû û 40 hezar lale li qada Newrozê bên çandin. -
Îzgî ji dirûşma 'Bijî Serok Apo' beraet kir
Dirûşma 'Bijî Serok Apo' di çarçoveya azadiya ramanê de hat nirxandin. -
Leşkeran ciwanên li nêzî sînor rûniştibûn gulebaran kirin
Leşkerên Tirk li Nisêbînê komek ciwanên li nêzî sînor rûniştibûn gulebaran kirin. Ciwanê bi navê Ahmet Al (18) ji destê xwe birîndar bû. -
Cenazeyên şervanên YPJ'ê Akay û Îlbaş anîn Rihayê
Cenazeyê şervanên YPJ'ê Koçerê Akay (Hêvî Jiyan) û Elîf Îlbaş (Silav Faraşîn) ên di operasyonên li bejahiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Rihayê. -
YPG’ê nasnameya 8 şervanan aşkera kir
Nasnameya 8 şervanên YPG û YPJ’ê yên di pevçûnên li Kobanê û herêma Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, hatin aşkerakirin.