Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê diyar kir ku Gulşen Gungor a bi nasnav Zozan ku di 1976’an beşdar bûye û di 1983’an de tevlî refê gerîlayan bûye di 1987’an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest daye.
Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê nameyek ji malbata Gungor re şand û ji ber derengmayîna gihandina agahiyê jî lêborîn xwestin.
Di nameyê de hat diyarkirin ku ewlada we û hevala me ya bi rûmet Zozan, zor û zehmetiyên ku gel kişandiye ji nêz ve dîtiye û ev di dilê xwe de bi kûrahî hîs kiriye û bi hêviya ku dawî li van bîne û gel azad bibe tevlî refê gerîlayan bûye. Komîteyan di nameyê de destnîşan kirin ku hevala Gungor li dijî statuya koletiya ku dewletên mêtinger gelê Kurdistanê di nav de hiştibû, serhildan, wek peywira sereke qebûl kiriye û bi hestiyariyek mezin dengê wijdana xwe guhdarî kiriye û jiyaneke bi nirx ya kurt û bi mînak nîşan daye.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Hevala Gungor a qehreman û bi rûmet ku doza azadiya gelê Kurd wek yekem wateya jiyana xwe dît, ji roja ku tevlî têkoşînê bûye heta roja jiyana xwe ji dest daye her dema xwe, ji bo azadya Kurdistanê, ji bo azadiya gelê Kurd û ji bo di nava mirovahiya cîhanê de cihê ku heq dike, bigire li dijî gelê Kurd, welatê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezkirin û fedakariyek mezin xebitiye.
Bila serê hemû gelê Kurdistan û we sax be. Em hevalên wê yên çekê êşa we ji kûrahî parve dikin û em dixwazin hûn bizanin ku di şehadeta heval xwe de em jî herî kêm qasî wek êşê hîs dikin. Em bi bilindkirina çek û ala wê di xeta hemû hevalên xwe yên şehîd de têkoşînê bilind dikin û êşa xwe sivik dikin. Em ji we malbatê jî dixwazin ku hûn bi sebr û metanek mezin nêzî vê êşê bibin. Ti gel bê berdêl, jiyanek azad û bi rûmet heq nakin.
Rêya herî rast a dawî li van êşan tîne ev e ku em şehîdên xwe nemir bikin. Ji bo vê jî vê em zêdetir têkoşînê bimeşînin. Her ku têkoşîn mezin bibe, şehîdên me wê di lê gelê me de her tim bijîn. Hûn çiqas bi ewlada xwe ya qehreman Zozanê serbilind bin kêm dimîne.
Em gelê herî qedîm ê dîrokê, bi feraseteke serdest a dixwazin hebûna me rakin û rûmeta me tine bihesibînin re rû bi rû ne. Divê bê zanîn ku em li dijî dijminê ku her pêngava me ya aştiyane wek qelsiyê dibîne û dixwaze destê me yê aştiyê bişikîne, heta yek kes jî ji me bimîne em ê têbikoşin.”