Leşkeran ciwanên li nêzî sînor rûniştibûn gulebaran kirin
Leşkerên Tirk li Nisêbînê komek ciwanên li nêzî sînor rûniştibûn gulebaran kirin. Ciwanê bi navê Ahmet Al (18) ji destê xwe birîndar bû.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di çarçoveya 4. Meşa Jinan a Cîhanê de ku aktîvîte didomin, leşkerên Tirk li pişt Navenda Çandê ya Mîtannî komeke ciwanên rûniştîbûn gulebaran kirin. Di encama gulebarana leşkeran de Ahmet Al ji destê xwe birîndar bû.
LEŞKER GULEBARAN KIR
Ahmet Al ê piştî êrîşa leşkeran hevalên wî ew anîn baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtannî got ku dema bi hevalên xwe re sohbet dikir leşkeran ew gulebaran kirine.
Al got ku bi gulebaranê re xwe avêtin erdê û paşê ferq kiriye ku ji destê xwe birîndar bûye.
Rêveberên HDP’ê yên ji bo amadekariyên meşa jinan li Navenda Çandê ya Mîtannî bûn, Al rakirin nexweşxaneyê.