Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Can ji Meletî hat wergirtin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ferhat Can (Serhad Xerzan) ê sala 2012’an li bejahiya Xerzan jiyana xwe ji dest da, ji Goristana Bêkesan a Meletî hat wergirtin û ji bo bispêrin axê anîn Bedlîsê.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ferhat Can (Serhad Xerzan) ê sala 2012’an li bejahiya Xerzan jiyana xwe ji dest da, ji Goristana Bêkesan a Meletî hat wergirtin û ji bo bispêrin axê anîn Bedlîsê.

Gerîlayê HPG’ê Ferhat Can (Serhad Xerzan) ê ji gundê Cîzîrok ê girêdayî navçeya Xelat a Bedlîsê piştî sala 2012’an li bejahiya Xerzanê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Meletî hat defnkirin. Di encama serlêdana malbatê de piştî testa DNA cenaze radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê gerîlayê HPG’ê ji Goristana Bêkesan hat wergirtin û ji bo bispêrin axê anîn navçeya Norşîn a Bedlîsê. Cenaze ji bo sibe li “Şehîdgeha Xerzan” bê defnkirin wê îşev li navçeyê bimîne.