YPG’ê nasnameya 8 şervanan aşkera kir

Nasnameya 8 şervanên YPG û YPJ’ê yên di pevçûnên li Kobanê û herêma Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, hatin aşkerakirin.

Nasnameya 8 şervanên YPG û YPJ’ê yên di pevçûnên li Kobanê û herêma Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, hatin aşkerakirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û nasname aşkera kirin. Daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin, wiha ye:

“Berxwedaniya bêhempa li Kantona Kobanê 172 roj li pey xwe hiştin. Ev berxwedan weke em dibînin bi çîrokên ku dîrok nivîsandine û fedakariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên ku bi canê xwe ji bo azadiyê pir ava kirine, pêk hatiye. Em ji bîr nekin ku ev hemû bi saya şehîdên ku ji bo azadî û aştiya ax û gelê xwe canê xwe feda kirine pêk hatiye.

Di vê berxwedana ku yekîneyên me li kantonên Kobanê û Cizîrê nîşan dane 8 rêhevalên me piştî ku li hemberî dijminên gel û mirovahiyê destanên berxwedanî û fedayîtiyê nivîsandin gihiştin asta şehadetê.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soza şopandina şehîdan didin û em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser şopa wan bimeşin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên cangoriyan wiha ne:

Nasnav: Nûjîn Cûdî

Nav: Sabrîn Muhemed Ehmed

Dayik: Ayşa

Bav: Muhemed

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: 1-3-2015 Kobanê

 

Nasnav: Êvar Şevîn

Nav: Kurdistan Muhemed

Dayik: Zelîxa

Bav: Husên

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: 20-2-2015 Kobanê- Dafi

 

Nasnav: Canda Welat

Nav: Sedîqe Xelîl

Dayik: Yazî

Bav: Îbrahîm

Cihê jidayikbûnê: Kobanê –Gundê Boraz

Cih û dîroka şehadetê: 20-2-2015 Kobanê- Gundê Çelebiyê

 

Nasnav: Devrîm Acrîn

Cih û dîroka şehadetê: 20-2-2015 Kobanê- Dafi

 

Nasna: Silav Feraşîn

Cih û dîroka şehadetê: 2-3-2015 Kobanê- Gundê Çelebiyê

 

Nasnav: Welat Kobanê

Nav: Ebidrehman Kinca

Dayik: Zelîxa

Bav: Adil

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: 20-2-2015 Kobanê- Dafi

 

Nasnav: Ocalan Şoreş

Nav: Delîl Fetah

Navê dayikê: Edla

Navê bav: Ebdilhemîd

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: 23-2-2015 Hesekê –Gundê Xerîta

 

Nasnav: Emar Hesekê

Nav: Emar Nezal

Navê dayikê: Werda

Navê bav: Fewaz

Cihê jidayikbûnê: Til Hemîs

Cih û dîroka şehadetê: 23-2-2015 Hesekê –Gundê Xerîta