Keşf bi awayekî zêde didomin

Keşfên artêşa Tirk ên li hember herêmên Parastinê yên Medya bi awayekî zêde didomin.

Keşfên artêşa Tirk ên li hember Herêmên Parastinê yên Medya bi awayekî zêde didomin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku keşfên artêşaTirk didomin. HPG’ê di daxuyaniya xwe de got, “5’ê Adarê saet di navbera 12:30 - 13:30 û 6’ê Adarê saet di navbera 06:00 - 16:00 de li ser herêma Qendîl a yek ji Herêmên me yên Parastinê yên Medya pêgerên hewayî yên keşfê digerin. Ev keşf li Herêmên me yên Parastinê yên Medya didomin.”

Li gor wê;

6’ê Adarê û 7’ê Adarê (îro) saet di navbera 14:00 - 15:00 û 03:00 - 04:00’an de li herêma Xakurkê,

Saet di navbera 14:00 - 16:00 û 18:00 - 07:00’an de li herêma Avaşîn,

Saet di navbera 20:00 - 05:00’an de  li herêma Zapê,

Saet di navbera 19:00 - 23:00’an de li herêma Garê,

Saet di navbera 21:00 - 00:00 de li herêma Metîna,

Saet di navbera 11:00 – 13:00 de li herêma Heftanîn pêgerên hewayî yên keşfê gerên xwe zêde kirine.

JI ARTÊŞA TIRK BOMBARDÛMANA HAWAN Û TANKAN

HPG’ê da xuyakirin ku 6’ê Adarê saet di navbera 09:00-16:00’an de ji Qereqola Êrîş a li sînorê herêma Zapê ye, li hember qadên gundê Êrîş û Tepê Hakan artêşa Tirk bi hawan û tankan êrîş pêk aniye.