Fermandarê Helebî yê berxwedana Kobanê: Xemgîn Cûdî

Yek ji fermandarên YPG’ê Xemgîn Cûdî yê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li jiyana xwe ya kurt gelek serketin û paşerojek têkoşînê ya têr û tijî bi cih kir.

 

Yek ji fermandarên YPG’ê Xemgîn Cûdî yê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li jiyana xwe ya kurt gelek serketin û paşerojek têkoşînê ya têr û tijî li jiyana xwe bi cih kir. Xemgîn Cûdî destpêkê tevlî YXK’ê dibe û di şerê Helebê de cih digire. Piştre tevlî berxwedana Kobanê dibe û di operasyona azadkirina Taxa Sukelhal a Kobanê de jiyana xwe ji dest da.

Fermandarê YPG’ê Xemgîn Reşîd an jî bi navê tê zanîn Xemgîn Cûdî ji gundê Qernê ya girêdayî bajaroka Bulbul a kantona Efrînê ye. Di 1992’an de li Halebê tê dinê.  Xemgîn kesekî bi meraq û lêpirsîn dikir. Cûdî dixwend, lêkolîn dikir û di nava xebatên çandî de cih digirt. Wek ciwanekî Kurd di meş û mîtîngan de cih digirt.  Di 2008’an de yanî di 16 saliya xwe de tevlî xebatên Ciwanên Şoreşger bû. Di 2011’an ku li zanîngeha Cûdî beşa wêje û Îngîlîzî dixwend tevlî Yekîneyên Xortên Kurdistanê (YXK) bû. Piştî dibistan qedan tevlî tevgera şoreşê bû û di YPG’ê de cihê xwe girt.

DI 2012’AN DE TEVLΠYPG’Ê BÛ

Cûdî di şerê Helebê de pêşengî kir û tevlî YPG’ê bû.  Cûdî li dijî êrîşan di eniyê de cih girt û bi rejîma Sûriyeyê, El Nusra û hêzên êrîşkar re şer kir û tecrubeyek mezin qezenc kir. Dema rejîma Sûriyeyê û cîhadiyan wenda kir, ew jî di li wir bû.  Bû endamê Meclisa Leşkerî ya YPG’ê ali Halebê. Ligel temenê xwe yê ciwan bû fermandarê eniyeke Helebê û li vir bi têkoşîn û fedarakariya xwe derket pêş.

Cûdî carinan bi saz, carinan jî bi kişandina wêneyan bala hevalên xwe dikişand. Cûdî yê ku di dema şer de hosteyê bikaranîna her cureyê çekê bû di molayan de jî çavkaniya moralê ya şervanan bû. 

DEMA DÎT WELATÎ JI KOBANÊ KOÇ DIKIN DILÊ WÎ EV QEBÛL NEKIR

Piştî şerê Kobanê destpê kir,  ên li Helebê şer dikirin hatin Kobanê.  Cûdî hê li eniya Helebê bû. Di televîzyonan de hovîtiya DAIŞ’ê bi fikar temaşe kir.  Koçberiya gelê Kobanê bandorek mezin lê dike.  Ew jî berê xwe dide Kobanê. Di meha Cotmehê de digihêje Kobanê.  Di pevçûnên dijwar de yên rojên destpêkê de li mezraya Azadî ji lingê xwe birîndar dibe. Hê ew birînên wî rehet nebibûn derbasî Kobanê bû.

Fermandar Cûdî hatina xwe ya Kobanê wiha vedigot: “Rewşa Kobanê dilê min êşand. Dijmin bi çavsoriyek mezin li Kobanê dixist. Pevçûnên dijwar hebûn.  Li dijî van êrîşan hemû hêza me ancax têrî xwe parastina me dikir. Çeteyan pir caran bi veşarî êrîş dikir. Lê bi ser neketin.”

Êrîşên çeteyan ancax bi ketina xetên wan dikarî bê şikandin. Hevalê Xemgîn û hevalên xwe bi yekineyên biçûk diketin xetên dijmin û pergala eniyên wan xera dikirin. Ji ku dengê guleyê bihata ew li wir amade bû. Di parastina deriyê sînor yê Murşîtpinarê de rolek girîng lîst.  Cudî ku di şerê nava bajar de jî bi tecrube bû, piştî şer li kolanên Kobanê belav bû, çû navendê.  Dema êrîşên li Miştenurê zêde bû jî li wir bû.
DIVÊ JI BO BÎRANÎNA HEVALAN KOBANÊ BÊ XILASKIRIN
Cûdî beriya jiyana xwe ji dest bide ji kamereyan re wisa behsa hevalên xwe dikir: “Ez bi şehîd Rizgar Efrîn, Agir Kobanê re li Helebê bûm. Jiyana me bi hev re derbas bû, em li Halebê bi hevre mezin bûn. Tevli vê meşê bûn. Em bi hev re hatin eniyê.  Me bi hev re şer kir. Dema şehîd ketin dilê min şewitî. Ji bo em tola hevalên xwe bigirin divê em Kobanê azad bikin.”

Cûdî ji bo berxwedana Kobanê jî wiha digot: “ Hatina min ya Kobanê û di van şertan de tevli şerbûyînê ji bo min rewşek nû bû. Dema nû hatim Kobanê şer dijwar bû. Dijmin bê navber êrîş dikir.Ligel ku min li Halebê di şer de cih girt û têkoşîn meşand jî cara yekem bûm şahidê êrîşek wisa.  Hejmar û çekên çeteyan wisa zêdebûn ku gelek hevalên me di destpêkê de şehîd ketin.”
Mehek Cûdî li Kobanê derbas bû birîndar bû û ligel ku birînên wî tezebûn jî avakirina xetên parastina nû û vekirina korîdorên di navbera malan de cih girt. 

CÛDÎ JI NÛ VE LI ENIYA ROJHILATE

Xemgîn Cûdî di eniya rojhilat de  wek fermandar cih girt. Cudî li vir di gelek çalakiyan de aktîf cih girt. Roja ku çeteyên DAIŞ’ê di bin kontrola artêşa Tirk de  ji deriyê Murşîtpinarê êrîşê Kobanê kir, ew di nava hêza ku xwe gihand wir de bû. Di vir de peywirek girîng girt ser xwe.

EW JÎ TEVLΠKARWANÊ NEMIRAN BÛ

Êrîşa dawî ya fermandar Cûdî ya li dijî xetên dijmin di 22’ê Çileyê 2015’an de pêk hat.  Di vê êrîşê de ji çima xwe birîndar bû û dema ew dibirin Bakurê Kurdistanê di rê de ji ber wendabûna xwînê jiyana xwe ji dest da.

Ji eniya Kobanê fermandarekî Helebî derbas bû. Wî azadiya Kobanê nedîtibe jî, hevalên wî mehek piştî şehadeta wî ev êrîşa hov şikandin û meşiyan aliyê din ê sînor.