Cenazeyê şervana YPJ'ê Sezgîn anîn Rihayê
Cenazeyê şervana YPJ'ê Zehra Sezgîn (Jin Jiyan) a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin û bi dirûşman birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Zehra Sezgîn (Jin Jiyan) ku di Pêngava Azadkirina Kobanê de di 4'ê adarê de jiyana xwe ji dest dabû, ji hêla malbat û rêveberên MEYA-DER'ê ve ji Deriyê Sînor a Serxetêhat wergirtin. Cenazeyê Sezgîn piştî kar û barê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi dirûşma "Şehîd namirin" derxistin û ji hêla sedan kesî bi dirûşm û tilîliyan ber bi Rihayê ve hat oxirkirin.
Dema cenazeyê Serzgîn ber bi Rihayê ve bi rê ket li ser rêya taxa Alîgorê ya Pirsûsê ji hêla hezararan kesîn ve cenazeyê Sezgîn hate pêşwazîkirin û bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Tolhildan" , "Bijî berxwedana YPJ/YPG'ê" û "Bijî Serok Apo" ber bi Rihayê ve şandin. Cenazeyê Sezgîn ku anîn Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Hat hînbûn ku piştî otopsiyê dê cenazeyê Sezgîn radestî malbatê bê kirin û ji bo definkirina cenaze bibin Sêrtê.