Li Amedê amadekariyên Newrozê destpê kirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dest bi amadekariyên Cejna Newrozê kir, li Parka Newroz û derdora dest bi rastkirinê kir. Wê darên nû û 40 hezar lale li qada Newrozê bên çandin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo pîrozbahiyên Cejna Newrozê li Parka Newrozê ya 136 hezar metrekare ye dest bi xebatên sererastkirinê kir.
Di çarçoveya xebatan de wê rê bên asfalkirin, şebeya avê li ber çavan re bê derbaskirin, tuwalet û lavabo bên nûkirin, dik were sererastkirin û boyaxkirin, qada mescîdê bê çêkirin, odeyên ku dayik şîr bidin zarokan bên çêkirin, têlên li derdora parkê bên nûkirin, 225 darên nû bên çandin û darên berê wê bên kontrolkirin, 40 hezar lale wê bên çandin.
Midûrê Park û Baxçeyan Mehmet Kaya der barê xebatan de agahî dan û got, "Ji ber Cejna Newrozê ya nêz dibe, me xebateke zêde da destpêkirin, xebatên me di çarçoveya çandina daran, binesazî joresaziyan de ne. Wê xebatên me heta Cejna Newrozê bidomin. Ji ber xebatan wê parka me girtî bimîne. Em welatiyên xwe agahdar bikin. Em rica dikin Parka Newrozê bikar neynin.”