Cenazeyên şervanên YPJ'ê Akay û Îlbaş anîn Rihayê
Cenazeyê şervanên YPJ'ê Koçerê Akay (Hêvî Jiyan) û Elîf Îlbaş (Silav Faraşîn) ên di operasyonên li bejahiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Rihayê.

Cenazeyê şervanên YPJ'ê Koçerê Akay (Hêvî Jiyan) û Elîf Îlbaş (Silav Faraşîn) ên di operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li bejahiya Kobanê jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatan û rêveberên MEYADER'ê ve ji Deriyê Sînor ê Kobanê ya Serxetê ji rayedarên Kantonê hatin wergirtin. Cenazeyên şervana li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji aliyê bi sedan kesî ve bi dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana YPG'ê" û "Bijî Serok Apo" hatin pêşwazîkirin. Piştî kar û barên li vê derê cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Rihayê re hatin şandin.
Li dû otopsiya li Rihayê, cenaze ji bo werin veşartin wê ber bi Êlihê ve werin bi rê kirin û sibê li Goristana Asrî ya Êlihê bên veşartin.