Ji KESK'ê û Komeleya Alimên Botanê ji bo welatiyên Kobanê alîkarî
Heyata bi pêşengiya Meclîsa Jinên KESK'ê yên Cizîrê û Komeleya Alimên Botanê ji bo avakirina Kobanê kermes vekiribûn û alîkariya ji kermesê berhev kirin anîn Pirsûsê.

Heyata bi pêşengiya Meclîsa Jinên KESK'ê yên Cizîrê û Komeleya Alimên Botanê di çarçoveya piştgiriyê bidin avakirina Kobanê li Cizîrê kermes vekiribûn û alîkariya ji kermesê berhev kirin anîn Pirsûsê û radestî peywirdarên endamê Komeleya Alîkariyê ya Rojava kirin.
Li ser navê Meclîsa Jinan Mizgîn Kanat axivî û wiha got: "Me wek jinên Meclîsê û endamên KESK'ê ji bo em piştgîriyê bidin avakirina Kobanê me kermes vekiriye. Kermase me di navbera 28'ê sibatê û 1'ê adarê vekirî ma. Eleqeyek mezin lê hebû. Her kes ji bo Kobanê dixwestin tiştek bikirana. Em jî bi vê eleqeya û alîkariya pir kêfxweşin. Ji bo gelê Kobanê çi dikeve ser milê me em ê bînin. Alîkariyê hîn dê bênavber bidome.
Sekreterê Komeleya Alimên Botanê Edîp Boz jî diyar kir ku ji bo koçberên Kobanê kermes li dar xistin û ji bo wan çi ji destên wan bê dê bikin.