Îzgî ji dirûşma 'Bijî Serok Apo' beraet kir

Dirûşma 'Bijî Serok Apo' di çarçoveya azadiya ramanê de hat nirxandin.

Dirûşma 'Bijî Serok Apo' di çarçoveya azadiya ramanê de hat nirxandin.

Di rûniştina biryarê ya doza darizandina Abdûllah Îzgî a ji ber îdîaya 'endametiya rêxistinê' de, piştî cezayê 12 salan ê ragirtinê lê hat birîn dirûşma 'Bijî Serok Apo' berz kir û li ser vê yekê bi hinceta 'propaganda rêxistinê kiriye' dozeke din lê hat vekirin. 

Di vê dozê de jî salek û 8 meh cezayê ragirtinê li Îzgî hat birîn. Piştî ku ev biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat betalkirin, doz careke din li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di darizandina vê carê de, Îzgî beraet kir. 

Heyeta dadgehê biryareke balkêş da û diyar kir ku dirûşma ji bo rexnekirina biryara 12 sal cezayê ragirtinê hat berzkirin, di çarçoveya 'azadiya ramanê' de ye.