‘Jinên Kurd ji bo têkoşîna jinên cîhanê dibin mînak’

Parlamentera Syriza Afroditi Stampouli û Sekretera Ewopa ya DKY Marie Thérésé Matinelli diyar kirin ku jinên Kurd berxwedaneke ku ji têkoşîna jinên cîhanê re bibe mînak nîşan dan.

Parlamentera Syriza  Afroditi Stampouli û Sekretera Ewopa ya DKY Marie Thérésé Matinelli diyar kirin ku jinên Kurd berxwedaneke ku ji têkoşîna jinên cîhanê re bibe mînak nîşan dan.

Starta Meşa Jinan a Cîhanê ku ji her çar parçeyên cîhanê mirov beşdar dibin û ji pênc salan carekê tê lidarxistin, îsal bi armanca piştevaniya bi şoreşa Rojava û têkoşîna jinên Kurd re li Nisêbînê hat dayîn. Parlamentera Partiya desthilatdariyê Syrzia ya Yewnanîstanê Afroditi Stampouli û ji Fransa Sekretera DKY Thérésé Matinelli, di mijara girîngiya têkoşîna jinên Kurd û pêvajoya çareseriyê de fikrên xwe anîn zimên.

‘EM JI BO TÊKOŞÎNA HEVPAR DIXEBITIN’

Afroditi Stampoul  diyar kir ku meşa jinan a ji her pênc salan carekê pêk tê, starta wê ku li Kurdistanê hat dayîn girîng e û got, “Wê meşa îsal ji bo hê zêdetir hevkariyê bi jinên Kurdistanê re bikin, tevkariyê bike.”

‘JINÊN KURD JI BO TEVAYÎ JINÊN CÎHANÊ LI BER XWE DIDIN”

Afroditi Stampoul anî ziman ku jinên Kurd li hember barbarî û fundemantalîzmê têkoşîneke pir bi wate dimeşînin û wiha dewam kir, “Li hember paşverûtiya li Rojhilata Navîn jin pêşengiyê ji têkoşînê ew dikin. Ev jî têkoşîna me yekser bandor dike û tevkariyê lê dike. Berxwedana şervanênYPJ’ê ya li Rojava û herî dawî li Kobanê nîşan daye, mînaka herî berbiçav a têkoşîna li hember barbarî û paşverûtiyê  ye.”

Afroditi Stampouli, anî ziman ku jinên li Rojava şer dikin ji bo tevayî jinên cîhanê şer dikin û pir ji wan bandor bûye.

‘JINÊN KURD DIBIN MÎNAK’

Sekretera DKY Thérésé Matinelli diyar kir ku ji ber tevlî meşê bûye serbilind e û got, “Jinên Kurd bi têkoşîn û berxwedana ji bo jinên cîhanê dibin mînak.

Marie Thérésé Matinelli, bibîr xist ku jinên Kurd ne bi tenê ne û wiha axivî: “Em ji welatekî ku şer lê nîne tên. Lê em piştgiriya xwe ya ji bo jinên Kurd ên şer dikin piştgiriya xwe nîşan didin.”