Xizmên windayan xwestin kiryarên windayan bên darizandin

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan di çalakiyên xwe yên hefteyî de careke din xwestin kiryar bên dîtîn û bên darizandin. Di çalakiya Amedê de dayİkan 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin.

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan di çalakiyên xwe yên hefteyî de careke din xwestin kiryar bên dîtîn û bên darizandin. Di çalakiya Amedê de dayİkan 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin.

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 317'an a bi pankartên "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" û "Jiyan bi jinên azad dimeşe" li Parqa Koşuyolu li dar xistin. Ligel rêveberên ÎHD'ê yên Amedê, Rexistinên DBP/HDP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, SES, endamên Baskê Jinan ên CHP, DİAY-DER û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Gamze Yalçin diyar kir ku 317'an heftene tên vir û windayên xwe digerin û wiha got: "Ev 317 hefteye em li windayên xwe digerin. Heta niha dewletê gelek kes li malan girtin û winda kirin. Hikûmeta AKP'ê kiryaran nadarizîne. Hûn dizanin ku sibe roja jina ye. Roja jina ji bo me giring e. Jin di encama polîtîkayên qirêj de rastî tacîz û tecawûzê tên. Jinan weke koleyan diforşin. Mafê jinan tê binpêkirin. Di sala 2014'an ji bo me baş derbas nebû. Di sala 2014'an de êrişên çeteyên DAIŞ'ê li ser Rojava û Şengalê pêk hat. Çeteyên DAIŞ'ê jinênê êzdî revandin û firotin. "

Piştre ji dayîkên windayan Hayriye Dogan jî ani ziman ku ji bo windayên xwe peyda bikin têkoşînê dimeşînin û wiha got: "Em her hefte tên li vir hestiyê windayên xwe digerin. Em dibêjin bila Serokê me azad be. Ew azad be em jî azad in. 8'ê Adarê piroz dikin û ji vir heya Îmraliyê hezar silav."

Dayikên bi navê Newriyê Kaçan jî bilev kir ku heta windayên wan neyê dîhtin ew dest ji çalakiyên xwe bernadin û wiha got: "8'ê Adarê ji bo me ji bo Serokê me giring e. Em dixwazin Serokê me azad be. Dewleta Tirkiyê bila dest ji polîtîkayê qirêj berbide. Serokê me azad nebe em jî azad nabin. Em hezaran silav ji Serok re dişînin."

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî ÎHD'ê û xizmên windayan li Kolana Hunerê hatin cem hev û çalakiya xwe ya bi heman armancê ya hefteyî li dar xistin. Ligel nûnerên partiyên sivîl gelek welatî tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Nûnerê ÎHD'ê yê Geverê Muhyettîn Unal balkişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan. Pişt re çîroka Nurettîn Atasoy ê ku di sala 1995'an hati binçavkirin hate qetilkirin, hate vegotin.

Şahabettîn Atasoy diyar kir ku dema bavê wî hate qetilkirin hê 38 salî bû. Atasoy anî ziman ku bavê wî ji bo pereyê wesayîta kirî bide ber bi Êlihê ve diçû li gundê Manîs ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û wiha got: “Li gorî şahidên bûyerê ji me re axivî di wesayîtê de lêgerîn kirin. Di wê demê de bavê min li cem kesên wesayît rawestandin Abdullah Canan ê ku di 1995'an hate qetilkirin dît. Bavê min di wê demê de ji Abdullah Canan re dibêje 'Xêrdir tu çima disekînî. Nebe tu jî girtibin.' Abdullah Canan berê xwe da bavê min û tenê serê xwe li wî hijand. Polîsan bavê min bi guleyê qetilkirin. Cenazeyê wî di zinar de avêtin. Welatiyê Manîsê cenazeyê bavê min li ber cem e agahî dan. Dayîka min û welatiyên gund bi hev re çûn ber cem û cenazeyê bavê min tesbît kirin. Piştî karên otopsiyê yên li nexweşxaneyê cenaze teslîmî me kirin. Em wê demê li Dozgeriya Geverê serlêdana sûc kir lê ligel bi gelek sal derbasûn tu encama me negirtin. Pişt re doza me bi biryara bêşopandinê ket."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

CIZÎRÊ

Li Cizîrê Dayikên Şemiyê di hefteya 324’emîn de aqûbeta Mehmet Yilmaz ê di 1992’yan de li Êlihê ji aliyê polîsan ve j imalê hate binçavkirin û pişter cenazeyê w îli baxçeyê nexweşxaneyê hate hiştin pirsîn.

Dayikên Şemiyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di salên 1990’an de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin binçavkirin pişter hatin windakirin bipirsin vê hefteyê cara 324’emîn li kolana Hunerê çalak îli dar xistin. Vê hefteyê HDP, DBP, MEYA-DER, hevparên KESK’ê û gelek welatiyan jî piştgirî dan çalakiya dayikan.

Di çalakiyê de albûma bi sedan kesên ku hatine windakirin hate vekirin û dayikan jî wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin hilgirtin.

Endamên jin ên KESK’ê vê hefteyê bi munasebete 8’ê Adarê qurnefîl dan dayikan. Di çalakiya her hefte çîroka windayeke tê vegotin de vê hefteyê çîroka windakirin û qetilkirina Mehmet Yilmaz (72) ê di 1992’yan de ji Êlihê ji aliyê polîsan ve ji mala xwe hate binçavkirin û piştre hate înfazkirin hate pirsîn.

Kurê Yilmaz, Mehmet Alî Yilmaz ê aqûbeta bavê xwe yê ji aliyê polîsên ve uniforma hate binçavkirin pirsî çîroka windakirina bavê xwe wiha anî ziman: “Bavê min mirovakî 72 salî yê li mala xwe rûdinişt bû. Polîsan bi ser mala me de girtin û bav êmin birin Emniyeta Êlihê. 3 rojan li vir hate girtin, piştre ji ber ku nexweş katiye xwestin em biçin emniyetê. Em dema ku çûn nexweşxaneyê hîn bûn ku bavê min rakirine nexweşxaneya Amedê. Dema em çûn Amedê jî em hîn bûn ku bav êmin hatiye kuştin û canezeyê wî danîne baxçeyê nexweşxaneyê. Polîsan ji bijîşkan re gotine bi awayeke mirî dîtine ji ber vê yekê jî raporeke bi vî awayî amade bikin zor dane bijîşkan. Bijîşkên nexweşxaneyê bi kuştinê hatibûn tehdîdkirin. Bijîşkan bi rondikan ev yek ji me gotin.” Yilmaz got ku ew dizanin bavê wî ji aliyê kê ve hatiye kuştin.

Piştî bangawaziya bila kiryarên Yilmaz bên dîtin û darizandin hate kirin daxuyaniya vê hefteyê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.