YPG: Rojavayê Kobanê bi temamî hate paqijkirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir di operasyona rizgarkirina Kantona Kobanê de, herêma rojava ya Kantonê bi temamî ji çeteyan hatiye rizgarkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir di operasyona rizgarkirina Kantona Kobanê de, herêma rojava ya Kantonê bi temamî ji çeteyan hatiye rizgarkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir di operasyona rizgarkirina Kantona Kobanê de, herêma rojava ya Kantonê bi temamî ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Navendê destnîşan kir kir 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane û pevçûnên li Til Temir jî didomin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku berxwedana Kobanê ya li hemberî hewldanên dagirkirinê yên çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê gihîştiye roja xwe ya 173’yemîn û operasyonên YPG’ê yên li bejahiya Kobanê berdewam dikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hêzên YPG’ê rojavayê Kobanê bi temamî ji çetayan paqij kiriye û ev agahî hatin dayîn:
“Operasyona ku roja derbasbuyî bi armanca azadkirina bajaroka Şêxler a li rojavayê Kobanê hatibû destpêkirin, bi awayekî serketî bi dawî bû. Hêzên me bi vê operasyonê bajaroka Şêxler bi temamî ji çeteyan paqij kirin. Bi vî awayî hemû eniya rojava ya ku ji navenda Kobanê heta çemê Firatê dirêj dibe, ji dagirkeriya çeteyan hatiye xilaskirin. Hejmara kuştî û birîndarên di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê li rojhilatê Kobanê jî li hemberî komên çeteyan êrîşên curbê cur pekanîne û wiha hate domandin:
“Di pevçunên dijwar ên li herêma Meqlea de derbeyên giran li çeteyan hatine xistin. Di pevçûnan de wesayîtek çeteyan hatiye ruxandin û 21 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin. Hêzên me li vir tevî 12 termên çeteyan dest danîn ser 8 kilêş, yek BKC, yek roketavêja B7 û çekekî karnas a sekvanî. Di encama vê operasyona hêzên me de herême Meqlea ji çeteyan hatiye paqijkirin.
Hêzên me li hemberî çeteyên ku xwe li nêzîkî gundê Îqbişê bicih kiribûn êrîşek lidar xist. Di vê êrîşê de 2 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin. Hêzên me li bejahiya gundê Şêro yê li heman herêmê ye jî êrîşek birin ser çeteyan û li vir 3 endamên çeteyan hatin kuştin.
Komên çeteyan îro danê siharê li hemberî gundê Derfilît ê li başûr rojhilatê Kobanê êrîşek lidar xistin. Piştî hêzên me bersîv dan çeteyan, li vir pevçûnên dijwar qewimîn û êrîşa çeteyan hate şikandin. Di vê qadê de 6 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di operasyon û pevçunên 24 seatên dawî de 2 şervanên YPG’ê bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.”
‘Pevçûnên li Til Temir didomin’