Meclîsên jinan a DBP’ê: Em ê zîhniyeta nêrza hilweşînin

Meclîsên Jinan a DBP’ê bal kişand ser wateya dîrokî ya 8’ê Adarê, diyar kir ku serwer komkujiyên li hember jinan û berxwedana li hember van komkujiyan ji nedîtî ve tên.

Meclîsên Jinan a DBP’ê bal kişand ser wateya dîrokî ya 8’ê Adarê, diyar kir ku serwer komkujiyên li hember jinan û berxwedana li hember van komkujiyan ji nedîtî ve tên. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin,  "Em bi baweriya ku wê têkoşîna azadiyê ya jinan zîhniyeta nêrza têk bibe roja tevayî jinên kedkar ên cîhanê pîroz dikin.”

 Meclîsên Jinan ên DBP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir.

'HER QADA JIYANÊ LI SER NEWEKHEVIYÊ HAT AVAKIRIN’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku pergala bi serweriya zilam ji fizîka jinê heta zekaya wê her tiştên wê kiriye mijara nirxandinê û wiha dewam kir, “Di vê çarçoveyê de jina ku bi windakirina nirxên xwe re rû bi rû ma ji bo tiştên winda kirine bi dest bixe ket nav têkoşîneke mezin.”

Meclîsên Jinan a DBP’ê kesên di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî got, "Em 8 ‘ê Adaran wek dîroka ku her sala buhrî di têkoşîna azadiya jinê de wek qonaxên hê girîngtir dibînin. Em bi baweriya ku wê têkoşîna azadiyê ya jinan zîhniyeta nêrza têk bibe roja tevayî jinên kedkar ên cîhanê pîroz dikin.”