KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di çarçoveya nêrînên Ocalan de konferansa navneteweyî
Di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi dirûşma "Dijderketina li Modernîteya Kapîtalîst 2" di 3-5'ê Nîsanê de konferansek tê lidarxistin. -
Endamên Cephet El Ekrad ên ji DAIŞ’ê rizgar bûn hovîtî vegotin
Endamên Cephet El Ekrad ên duh ji zîndana çeteyên DAIŞ ‘ê reviyan piştî gihiştin qada bi ewle hovîtiya DAIŞ’ê vegotin. -
'Di wê avhewayê de diman êş'
Rêveberê ‘Mirî û Sax’ Murat Kocaman dibêje “Me xwest em belgefilma bûyerên li Newala Qesaban qewimîne, bikişînin.” -
Cenazeyên şervanên YPG'ê Qehreman û Perî ber bi Kobanê hate şandin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Muslum Berkel Qehreman (50) li gundê Qilheydê û bavê 3 zarokan Sadîk Perî (28) jî li gundê Taşlûkê birîndar bûbûn û anîbûn Rihayê û îro jiyana xwe ji dest da bi girseyî ber bi Kobanê hat ve şandin. -
Ji sedî 40’ê xwendekarên Zanîngeha Dîcle rastî tundiyê hatine
Di encama anketa di nava 2 hezar û 370 xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê hate kirin, ji sedî 40.2’yê xwendekarên zanîngehê rastî tundiyê hatine. -
YPG’ê nasnameya 4 şervanan aşkera kir
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 4 cangoriyên ku li Kobanê 6’ê Adara 2015’an jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. -
Li Şemrexê agirê Newrozê
Li Şemrexê bi sedan kes hatin ligel hev, agirê Newrozê pêxistin û govend gerandin. -
Şervanê YPG’ê Çelîk ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Nejat Çelîk ê li Kobanê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran ve li gundê Evliya ya Şemzînanê hate definkirin. -
Li Bismilê di teqîna nav sergoyê de zarokek birîndar bû
Li navçeya Bismil a Amedê di teqîna nav sergoyê de zarokek birîndar bû -
Ji bo şervanê YPG'ê Daban li Semsûrê taziye hat danîn
Ji bo şervanê YPG’ê Osman Daban ê YPG’î yê li Kobanê di pevçûna navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Yassihoyukê ya Semsûrê konê sersaxiyê hate vedan. -
YPG: Li Kobanê û Til Hemîsê 41 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku li kantona Kobanê û bajarokê Til Hemîs ê kantona Cizîrê gelek herêmên girîng hatine rizgarkirin û 41 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. -
Li Awûstûrya pîrozbahiyên 8’ê Adarê
Li gelek herêmên Awûstûrya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de ku Komîsyonên Hilbijartinê yên HDP’ê jî amade bûn, ji bo hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê banga piştgiriyê hat kirin. -
Ji Mêrdînê desteka ji bo xwendekarên Zanîngeha Çewlikê
Xwendekarên Zanîngeha Artûklû dan xuyakirin ku ew greva birçîbûnê ya xwendekarên Zanîngeha Çewlikê destek dikin û rêveberiya zanîngehê protesto dikin. -
Ji artêşa Tirk tevgera hewayî û bombardûman
Tevgera artêşa Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medya ku didome, li hember qadên gerîlayan bi tank û hawanan bombardûman pêk tê. -
YPG: Pêngava rizgarkirina Til Hemîs û Til Birak bi serketî bi encam bû
Fermandariya Giştî ya YPG'ê ragihand ku Pêngava Rizgarkirina herêmên Til Hemîs û Til Birakê bi awayekî serketî bi encam bûye. Li gorî vê yekê, qadeke ji 2.940 km kare ya ji 390 gund û gundikan hatine rizgarkirin, 245 çete hatine kuştin. -
Aktî û Altindaş li Wanê ji aliyê deh hezar kesî ve hatin oxirkirin
Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Tahsîn Aktî û xebatkarê Şaredariyê Metîn Altindaş ên li Kobanê ji ber teqîna mayînê jiyana xwe ji dest dan, li Wanê bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin. -
Li Şengalê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Şengalê di pêşengiya gerîlayên YJA Star'ê de 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat pîrozkirin. -
Li Tîpa L a Hejmara 7 a Sîlîvrî îşkence li girtiyên siyasî û nexweş tê kirin
Ji girtiyên siyasî Serkan Fîkîr ê li Girtîgeha Tîpa L ya Hejmara 7. a Sîlîvrî tê ragirtin nameyek şand û diyar kir, ku her çend girtîgehên Tîpa L bi sîstema koxûşan ve girêdayî bin jî, ev 2 meh in bi awayekî kêfî 24 saetan tên temaşekirin. -
Cenazeyê şervana YPJ'ê Kûytû ji hêla jinan ve hate oxirkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Nûrgul Kûytû (Rojîn Sûrûç) a ku di 28’ê Çileyê de li gundê Gurmîkê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Riha Pirsûsê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin. -
Malbatek Kobanêyî li Çiyayên Kurdistanê keça xwe tevlî refên PKK'ê kir
Malbata Kobanêyî Tayar ya ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar ma koçî Başûrê Kurdistanê bike, li ser daxwaza keça xwe Mizgîn Tayar, ji bo di nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de cih bigire, tevlî têkoşîna azadiyê kir. -
Komkujiya Xabûrê civaka Suryanî dixe nava fikaran
Êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên gefê li hebûna Suryaniyan û civakên din ên Xiristiyanan dixwin, Suryaniyên li Mêrdînê dixin nava fikaran. -
Li gundên xwe ji Newroza mezin re amade dikin silava roja 177'an
Li gundên berxwedanê yên Pirsûsê, ku wê di 17'ê Adarê de mezintirîn pîrozbahiya Newrozê ya herêmê lê bê lidarxistin, di roja 177. a berxwedanê de şervanên YPG/YPJ'ê hatin silavkirin. -
Pevçûnên li Kantona Cizîrê dijwar dibin
Li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, pevçûnên ji ber êrîşên çeteyan destpê kirin dijwar dibin. -
Nûnerê DBP'a Hewlerê yê berê hat binçavkirin
Nûnerê DBP'a Hewlêrê yê berê Cemal Coşkun li Enqerê hat binçavkirin. -
Di mala kalê wê de niha ap û bi sedan rêhevalên wî dijîn
Bêrîtan Aslantekîn (12) ji ber mala ku li gundê Miseynterê ya Pirsûsê ji kalê wê maye wekî Muzeya Arîn Mîrxan û Pirtûkxaneya Kader Ortakaya tê bikaranîn kêfxweşiya xwe anî ziman