Di çarçoveya nêrînên Ocalan de konferansa navneteweyî
Di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi dirûşma "Dijderketina li Modernîteya Kapîtalîst 2" di 3-5'ê Nîsanê de konferansek tê lidarxistin.
Di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi dirûşma "Dijderketina li Modernîteya Kapîtalîst 2" di 3-5'ê Nîsanê de konferansek tê lidarxistin.
Di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi dirûşma "Dijderketina li Modernîteya Kapîtalîst 2" di 3-5'ê Nîsanê de konferansek tê lidarxistin. Ji gelek welatên cîhanê rewşenbîr, akademîsyen û ramanger wê li ser mijarên ekolojî, azadiya jinê, kapîtalîzm û lêgerînên jiyana alternatîf biaxivin.
Konferans ji aliyê "Network for an Alternative Quest (Tora Lêgerîna Alternatîf) ve tê lidarxistin ku di nav de "Însiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Aştî" û gelek saziyên Kurd û Elman cih digirin. Konferans bi serenavê "Dijderketina li Modernîteya Kapîtalîst 2: Teşhîrkirina Modernîteya Kapîtalîst - Avakirina Modernîteya Demokratîk" tê lidarxistin.
Konferansa duyemîn a rêze konferansên ji nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser ekolojî, azadiya jinê, modernîteya kapîtalîst, parastina cewherî û lêgerînên jiyana alternatîf, wê îsal di 3-5'ê Nîsanê de li Zanîngeha Hambûrgê li Salona Audimax a ji 1200 kesî, pêk were.
Di konferansê de wê krîtîka modernîteya kapîtalîst were kirin û li ser "çawaniya avakirinê" ya jiyana alternatîf bê rawestîn. Konferansa ku wê axaftinên lê werin kirin bi 6 zimanan werin wergerand, di heman demê de wê bi rêya înternetê zindî li gelemperiya cîhanê bê weşandin.
GELEK RAMANGER BEŞDARÎ KONFERANSÊ DIBIN
Akademîsyen, lêkolîner û pisporên weke Prof. John Holloway, Prof. David Harvey, Prof. David Graeber, Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah, Prof. Elmar Altvater, Janet Biehl, David Graeber, Dr. Radha D'Souza, Dr. Muriel Gonzales Athenas, Dr. Sabine Rollberg beşdarî konferansê bibin. Konferans wê sê rojan dewam bike.
'EM DIXWAZIN NÊRÎNÊN OCALAN LI BELAV BIKIN'
Ji organîzatorên konfearnsê Havîn Guneşer û Reimer Heider der barê mijarê de agahî dan ANF'ê û destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tenê siyasetmedarek nîne, ew ramangereke û anîn ziman ku Ocalan bi rexneyên xwe re tevkariyeke cidî li sosyalîzmê kiriye. Guneşer û Heider ragihandin ku Ocalan bi teoriyên xwe yên li ser jiyana alternatîf a ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê re ramangereke û destnîşan kirin ku ew dixwazin van nêrînên Ocalan li qada navneteweyî belav bikin.
'HÊVIYA AZADIYÊ HEYE'
Havîn Guneşer da xuyakirin ku ew ê nêrînên Ocalan ên li ser modernîteya demokratîk binirxînin û got, "Me mijarên weke jiyanên cuda, ekolojî, pîşesazî, parastina cewherî xistin rojevê. Aliyekî wê yê din jî nîqaşên li ser azadiya jinê ye. Di hemû têkoşînên çînî û rizgariya neteweyî de, nêrîneke diyarker li azadiya jinê heye. Lê belê Birêz Ocalan bi taybetî nêzî vê mijarê dibe."
Guneşer diyar kir ku wê ji 4 parçeyên Kurdistanê beşdarî li konferansê çê bibe û anî ziman ku pratîk û daxwazên her parçeyî wê bên nirxandin. Guneşer got, "Ji ber ku hem li Rojava hem jî li Bakurê Kurdistanê hêviya azadiyê heye. Ji bo avakirina jiyaneke nû hêvî heye. Em jî dixwazin vê hêviyê mezin bikin."
Havîn Guneşer ragihand ku li herêmeke kaosê ya weke Rojhilata Navîn, nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikarin bibin çareserî û got, "Li hemberî nêzîkatiyên olperestî, paşverûtiya feodal, ji bo jiyana azad û bi hev re ya gelan, nêrînên Ocalan çareserî ne. Em vê yekê îro bi hêsanî dibînin."
KOBANÊ ROLA ZAPATÎSTA GIRT SER MILÊ XWE
Reimer Heider jî da xuyakirin ku nîqaşên li Kurdistanê tên kirin bandorê li tevahiya cîhanê dikin û destnîşan kir ku di navenda vê de jî Kobanê heye. Heider bibîr xist ku kapîtalîzm di nava krîzekê de ye û got, "Ev sîstem pirsgirêkê dijî. Tevî vê neçareseriyê jî kesek alternatîfê nafirîne. Bi dîtina min ev konferans wê tevkariyê li têkoşînên tevgerên mûxalîf û şoreşger ên cîhanê bike. Pêngava şoreşgerî ya Ocalan û Kurdan a li Rojhilata Navîn, bi Kobanê re li navenda cîhanê rûnişt. Em jî dixwazin vî deriyê vebûye, baştir vekin. Li şûna nêzîkatiya 'mirov li ber xwe didin, şer dikin' em ê konsept û nêrînên rê li ber têkoşîna mirovan a li hemberî paşverûtiyê nîqaş bikin. Ji sala 1994'an û vir ve Zapatîstayî bûn çavkanî ji tevgerên şoreşgerî û çep ên li cîhanê re. Ji sala 2014'an û vir ve Kobanê ev rol girt ser milê xwe."
DI KONFERANSÊ DE BEŞEKE TAYBET
Di konferansa "Dijderketina li Modernîteya Kapîtalîst 2" de beşeke nû heye. Di beşa bi serenavê "Banga pêşkêşiyê" de firsend ji xwendekaran, lêkolîneran û derdorên cuda re tê dayîn ku beşdar bibin. Ji bo vê yekê jî bi rêya înternetê mijar hatin diyarkirin. Li ser mijarên li jêrê hatine destnîşankrin wê lêkolîn werin kirin û nivîs tên amadekirin. Der heqê van mijaran de heta niha ji gelek welatan serlêdan hatin kirin. Komîteya Amadekar wê ji nava van serlêdanan, li gorî her mijarê pêşkêşiyê hilbijêre. Kesên werin hilbijartin wê di navbera 3-5'ê Nînsanê de derfetê bibînin ku li konferansê pêşkêşiyê bikin.
Mijarên di konferansê de ji bo pêşkêşiyê hatine diyarkirin:
1- Hegemonya Çandî Gramsci û piştî 75 salan Ocalan
2- Desthilatdarî û Heqîqet, li gel Ocalan û Foucault Bûyera Desthilatdariyê
3- Femînîzm û Kurd
4- Piştî Marx: Braudel, Wallerstein û Ocalan, li ser ekonomî û kapîtalîzmê
5 - Konfederalîzma Demokratîk - Pratîka Ekolojiya Civakî?
PÊKHATEYÊN TORA LÊGERÎNA ALTERNATÎF
Saziyên di nava Network for an Alternative Quest a konferansê organîze dike de cih digirin ev in: Însiyatîfa "Ji Abdullah Ocalan re Azadî - Ji Kurdistanê re Aştî", KURD-AKAD – Tora Akademîsyenên Kurd, YXK- Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, Kovara Kurdistan Report, ISKU- Informationsstelle Kurdistan e.V., Cenî- Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd, Civaka Azad- Kurdisches Zentrum für Öffentlichkeitsarbeit, SAMER -Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (Amed) û Akademiya Zanistên Mezopotamyayê (Qamişlo)
Agahiyên berfireh ên li ser konferansê ji vê malpera înternetê dikarin bên peydakirin: http://www.http://networkaq.net/