Li Şengalê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Şengalê di pêşengiya gerîlayên YJA Star'ê de 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat pîrozkirin.
Li Şengalê di pêşengiya gerîlayên YJA Star'ê de 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat pîrozkirin.
Li warê ku mirovên wê bi dehan caran rastî fermanan hatin, li welatê ku jin rastî êrîşên hovane, destdirêjî û komkujiyan hatin, li Şengalê êdî dengê qîrîna serhildana jinê radibe. Ev qîrîna jinan bi hatina 8'ê Adarê re bilindtir bû. Li Şengalê di pêşengiya gerîlayên YJA Star'ê de 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat pîrozkirin. Di vê rojê de tevî şervanên YPJ-Şengal û gerîlayên YJA Star'ê, bi dehan jinên Şengalî kom bûn û ev roj pîroz kirin.
Pîrozbahiya ku bi xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo 8'ê Adarê ve destpê kir, rastî eleqeyek mezin hat û tevahî jinan bi yek dengî bi gotina "Bijî Serok APO" ev peyam pêşwazî kirin. Piştî peyama Ocalan, fermandara YJA Star Sema Eylul roja 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û bal kişand ser hêza bi bandor a jinê. Eylul bi van gotinan bang li jinan kir; "Dema em îro li vir roja berxwedanê ya 8'ê Adarê pîroz dikin, bi dehan rêhevalên me ruhê berxwedanê yê vê rojê di çeperan de bilind dikin û li dijî çeteyên faşîst şerek bê eman didin meşandin. Em jî bi vê wesîleyê, roja berxwedanê li tevahî rêhevalên xwe, li Rêber Apo, li jinên Şengalê û li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Wek Serok Apo jî got, ne tenê 8'ê Adarê, em ê hemû rojan bikin roja jinê."
Fermandara YJA Star'ê Sema Eylul soza azadkirina Şengal û tevahî jinan careke din li pêşiya gel nû kir. Eylul bi van peyaman dawî li axaftina xwe anî; "Dema em nû hatin Şengalê me ev soz da; Me got em ê heya dawî jinên Şengalê biparêzin. Wek YJA Star em vê soza xwe careke din li pêşiya gelê xwe nû dikin û em dibêjin ku heya Şengal azad nebe, heya girtiyên me azad nebin em dest ji vê têkoşînê bernadin. Li ser vê bingehê em careke din 8'ê Adarê li we pîroz dikin û dibêjim Jin, Jiyan, Azadî."
YPJ-ŞENGAL PÊLÊN BERXWEDANÊ XURTIR DIKE
Endama Meclîsa TEVDA Netewî Xemgîn jî tevlî pîrozbahiya 8'ê Adarê bû û peyama xwe ji bo tevahî jinan bi van gotinan ve anî ziman; "Di serî de em vê rojê li Rêber Apo û li tevahî jinên berxwedêr, ên azadîxwaz pîroz dikin. Îro jin li tevahî qadan ji bo azadî û rêxistina xwe qîrîna xwe bilind dikin. Vaye îro li Şengalê jî, piştî hesreta bi salan, kombûna ewqas jin kelecanek cuda di mirovan de ava dike. Ev kombûn, tê wateya vîn û hêza jinê. Vaye îro li Barê, li Şîlo û tevahî Şengalê qîrîna jinên Êzîdî û berxwedana wan deng vedide. Vaye bi artêşa YPJ-Şengal ve hêza xwe ya parastinê ava kir."
Netewî Xemgîn bal kişand ser êrîşên DAIŞ'ê yên bênavber berdewam dikin û girîngiya artêşbûna jinên Şengalî ya bi navê YPJ-Şengal anî ziman. Her wiha Xemgîn bal kişand ser rol û mîsyona YJA Starê û wiha dewam kir; "Niha di van kêliyên ku em rojeke wiha bi wate pîroz dikin de, çeteyên faşîst DAİŞ bi top û hewanên xwe ve êrîşî jinê, êrîşî tevahî gelê Êzidî dikin. Lê qet hesab nekir ku wê jinên Şengalî bi artêşa xwe ya YPJ-Şengal ve pêlên xwe yê berxwedanê xurtir bike û tola xwe rake. Li kêleka vê em hemû baş dizanin ku YPJ-Şengal hêz û baweriya xwe ji mîrasa YJA Star a ku bi salane li serê çiyayên azad şerê azadiyê dide meşandin digire. YPJ-Şengal ji YJA Starê ezmûnê şer digre, ji wê îdeolojî û felsefeya jiyana azad digire. Ev ji bo me jinan tê wateya hevgirtina herî bi wate. Vaye îro jî berxwedanî û qehremaniya Armanc, Vînar, Janda û Viyan bû bingeha avakirina artêşa YPJ-Şengal. Di vê bingehê de careke din em vê roja berxwedana bi rûmet a jinan li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin."
‘EM NE DARA ŞIKESTÎ NE, EM DARA AZADIYÊ NE’
Yek ji dayikên Şengalî jî di vê pîrozbahiyê de axivî û qîrîna tevahî jinên Şengalî yên ku dibêjin "Em ne dara şikestî ne, em dara azadiyê ne" gihand tevahî cîhanê û wiha got;
"Ez vê rojê li tevahî gelê bi kul û keser pîroz dikim. Her wiha li tevahî jinên cîhanê pîroz dikim. Îro Serok Apo xwedî li rûmeta jinê derket. Jin niha di çeperên şer ên pêş de ne. Em bejna xwe li hemberî berxwedana wan a pîroz ditewînin. Dixwazim bi boneya vê roja pîroz dengê xwe bigihînim tevahî cîhanê; li ku derê dibe bila bibe, ger îro jinek li derekê ne azad be, rastî êrîş û destavêtinê tê, ev tê wateya ku jin li ti deverê ne azad e. Em ê jî ji vir û pê ve bi hêza xwe ya cewherî tola tevahî jinan hilînin."
Di dawiya axaftinê de fermandara YJA Star'ê Berfîn Nûrhaq, nêrgiz li tevahî jinan belav kir û cejna wan a 8'ê Adarê pîroz kir. Piştî wê gerîlayên YJA Star, şervanên YPJ-Şengal û jinên Şengalî bi dirûşma, "Jin, Jiyan, Azadî" dest bi meşê kirin. Di meşê de jî dengê qîrîna jinan bilind dibû û her yek ji wan digot; "Em mafê xwe dixwazin, em jiyaneke bi ewle dixwazin."
Pîrozbahî bi dirûşma, "Bê Serok jiyan nabe û jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.