Di mala kalê wê de niha ap û bi sedan rêhevalên wî dijîn
Bêrîtan Aslantekîn (12) ji ber mala ku li gundê Miseynterê ya Pirsûsê ji kalê wê maye wekî Muzeya Arîn Mîrxan û Pirtûkxaneya Kader Ortakaya tê bikaranîn kêfxweşiya xwe anî ziman
Bêrîtan Aslantekîn (12) ji ber mala ku li gundê Miseynterê ya Pirsûsê ji kalê wê maye wekî Muzeya Arîn Mîrxan û Pirtûkxaneya Kader Ortakaya tê bikaranîn kêfxweşiya xwe anî ziman
Bêrîtan Aslantekîn (12) ji ber mala ku li gundê Miseynterê ya Pirsûsê ji kalê wê maye wekî Muzeya Arîn Mîrxan û Pirtûkxaneya Kader Ortakaya tê bikaranîn kêfxweşiya xwe bi gotinên "Ez bi şehîdên ku canê xwe ji bo gelê xwe feda kirine û niha wêneyên wan li vir hene, serbilind im" anî ziman.
Berxwedana Kobanê, li gundên li ser xetê rê li ber guhertinên bingehîn vekir. Ev guhertin di jiyana rojane bi hêsanî tên dîtin. Gundê Miseynterê yê li herêmê ku yekane pirtûkxane û muze lê ye, mînaka herî baş a vê guhertinê ye. Bi hezaran kes, ji bo tevlî nobeda berxwedanê bibin û di xebatên înşayê de cih bigirin bi keda xwe ve pirtûkxane û muze ava kirin û ev şopên rojên dîrokî di nav axwe de dihewîne.
Li gundê Miseynterê, mala ji kalê Bêrîtan Aslantekîn Xelîl Kiliç maye, bû Pirtûkxaneya Kader Ortakaya û Muzeya Arîn Mîrxan.
Bêrîtan Aslantekîn diyar kir ku beriya 23 salan apê wê Emîn Aslantekîn ê bi 7 hevalên xwe ve di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li Muzeya Şehîdgeha Arîn Mîrxan de ye û got: "Piştî çend salan min apê xwe ji wêneyên wî nas kir. Li vir di nava ewqas rêhevalên wî de dîtina wî min, kêfxweş kir. Ez bi şehîdên ku li vir wêneyên wan hene û ji bo gelê xwe canê xwe feda kirine ve serbilind im. Ewqas mirovan ji bo ax, heval û Kobanê canê xwe dan. Ji bo ku mirov careke din vegerin axa xwe têkoşiyan."
Bêrîtan a biçûk anî ziman ku ev mala ku kalê wê bi salan lê jiyaye niha bûye ciheke ku kesên ji bo têkoşîna bi rûmet bûne nemir û vê yekê ew pir kêfxweş kiriye. Bêrîtan Aslantekîn bi gotina, "Ez ji bo hemû kesên ku bi fikir û keda xwe ked dane vê derê spasiyên xwe pêşkêş dikim” axaftina xwe bi dawî kir.