Pevçûnên li Kantona Cizîrê dijwar dibin
Li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, pevçûnên ji ber êrîşên çeteyan destpê kirin dijwar dibin.
Li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, pevçûnên ji ber êrîşên çeteyan destpê kirin dijwar dibin.
Li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, pevçûnên ji ber êrîşên çeteyan destpê kirin dijwar dibin. Li gelek nuqteyan çeteyan windahiyên giran dan.
SERÊKANIYÊ
Li Kantna Cizîrê, duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê hewl dan êrîşî gundê Til Xenzîr ê 25 km li rojavayê Serêkaniyê bikin û li ser bersiva tund a hêzên YPG/YPJ'ê, pevçûnên dijwar qewimîn.
Hat ragihandin ku di pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûne. Der barê pevçûnên ku hîn didomin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
TIL TEMIR
Li Til Temirê, şer û pevçûnên ku di 23’ê Sibatê de bi êrîşa çeteyan a li ser gundên Asuriyan destpê kiribûn, berdewam dikin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hêzên hevbeş ku ji YPG/YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Zêrevanên Xabûr, Sutoro û Asayîşê pêk tên, şevê din li dijî nuqeteyên çeteyan ên li gundê Til Nesrî ku 2 kîlometre dikeve rojavayê Til Temir çalakiyek lidar xist. Di encama çalakiyê de 11 çete hatin kuştin.
Li gundê Til Goran ê ku 7 kîlometre li başûrê Til Temir e û dikeve ser rêya Hesekê, hêzên hevbeş çalakî lidar xist. Di vê çalakiyê de 6 çete hatin kuştin. Li gundê Til Hirmiz ê li ser rêya Til Temir û Hesekê jî çeteyek hate kuştin.