Ji bo şervanê YPG'ê Daban li Semsûrê taziye hat danîn

Ji bo şervanê YPG’ê Osman Daban ê YPG’î yê li Kobanê di pevçûna navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Yassihoyukê ya Semsûrê konê sersaxiyê hate vedan.

Ji bo şervanê YPG’ê Osman Daban ê YPG’î yê li Kobanê di pevçûna navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Yassihoyukê ya Semsûrê konê sersaxiyê hate vedan.

Ji bo şervanê YPG’ê Osman Daban ê YPG’î yê li Kobanê di 8’ê Adara dê di pevçûna navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Yassihoyukê ya Semsûrê ji aliyê malbat û welatiyan ve konê sersaxiyê hate vedan û bi sedan welatî çûn serdanê. Li konê sersaxiyê birayê Daban, Hasan Daban axivî û wiha got: “Birayê min ji bo azadikirina axa Kobanê, ji bo nasname û gelê xwe têkoşiya û şehîd ket. Birayê min şehîdê hemû gelê Kurd e. Di serî de serê Serok Apo û hemû gelê Kurd sax be. Heta ku di laşê me de dilopek xwîn hebe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Konê sersaxiyê yê ji bo Osman Daban hate vekirin ji aliyê gelek welatiyên ji Semsûr û gundên derûdorên tên ve tê ziyaretkirin.