Ji sedî 40’ê xwendekarên Zanîngeha Dîcle rastî tundiyê hatine
Di encama anketa di nava 2 hezar û 370 xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê hate kirin, ji sedî 40.2’yê xwendekarên zanîngehê rastî tundiyê hatine.
Di encama anketa di nava 2 hezar û 370 xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê hate kirin, ji sedî 40.2’yê xwendekarên zanîngehê rastî tundiyê hatine.
Di encama anketa di nava 2 hezar û 370 xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê hate kirin de, ji sedî 40.2’yê xwendekarên zanîngehê rastî tundiyê hatine. Di encama xebatê de gihişt wê encamê xwendekar naxwazin tundiya di bin navê namûsê de li hemberî jinan pêk bê.
Navenda Lêkolîn û Pêkanîna Pirsgirêkên Jinan ên Zanîngeha Dîcleyê (DUKSAM) di çarçoveya 8’ê Adarê Roja jinên Kedkar ên Cîhanê panelek bi sernavê “Pêşniyarên Çareseriyê û Xala Dawiyê ya Kuştinên Namûs/Toreyê” hate lidarxistin. Panel, li salona kongreyê ya zanîngehê hate lidarxistin û moderatoriya wê ji aliyê Rêvebera DUKSAM’ê Prof. Dr. Nûriye Mete kir. Alîkara Doç. Dr. Gamze Erten Bucaktepe, Prof. Dr. Rustem û Prof. Dr. Sabrî Eyigun weke axaftvan tevlî panelê bûn. Mete axaftina vekirinê kir û diyar kir ku tundiya li hemberî jinan weke binpêkrina herî mezin a mafê mirivan tê dîtin û da zanîn ku kuştinên tore û namûsê tundiya herî dijwar e. Mete destnîşan kir ku li gorî daneyên Fona Şêniyê ya Neteweyên Yekbûyî, her sal zêdetirî 5 hezar jin di bin navê namûsê de têne qetilkirin û li Tirkiyeyê jî ji sala 2003 ve zêdetirî 200 jin di bin navê tore û namûsê de hatine kuştin.
Rêvebera DUKSAM’ê Prof. Dr. Nûriye Mete têkildarî anketê agahî da û diyar kir ku di encama anketa di nava 2 hezar û 370 xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê hate kirin de, ji sedî 40.2’yê xwendekarên zanîngehê rastî tundiyê hatine. Di encama xebatê de gihişt wê encamê xwendekar naxwazin tundiya di bin navê namûsê de li hemberî jinan pêk bên. Mete diyar kir ku li gorî nifşên berê, nêrîn û helwesta nişfê nû yê civakê li hemberî tundiya li ser jinan diguhere.
XWENDEKAR BI TUNDIYÊ RE RÛ BI RÛNE
Alîkara Doç. Dr. Gamze Erten Bucaktepe hî di panelê de, têkildarî anketa bi sernavê “Helwesta li xwendekarên zanîngehê yên li hemberî namûs û pêkanînên di bin navê namûsê de pêk tên” agahî da. Erten Bucaktepe diyar kir ku ji sedî 45.9’ê kesên tevlî anketê bûne keç in û ji dedî 54.1’ê wan kur in û got: “Di anketê de hate dîtin ku piraniya xwendekarên beşdar bûne, ji gund û navçeyan hatine, asta dahata wan ne bilind e, an tundî dîtine, yan jî rastî tundiyê hatine. Ji sedî 41.5ê xwendekarên didin diyarkirin ku di kêliyek a jiyana xwe de rastî tundiyê hatine yan jî bûne şahidê tundiyê. Ji sedî 40.2’yê wan rastî tundiyê hatine. Piraniya vê tundiya gotinî û fîzkî ye.”