YPG’ê nasnameya 4 şervanan aşkera kir
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 4 cangoriyên ku li Kobanê 6’ê Adara 2015’an jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şervanên xwe aşkera kir. Daxuyaniya di malpera YPG’ê de hatiye weşandin wiha ye:
“Fedabûn û berxwedana ku yekîneyên me YPG û YPJ’ê li kantona Kobanê nîşan didin, serketinên mezin di dîrokê de nivîsandin. Li Rojavayê Kurdistanê yek ji sedemên destketiyên gel îradeya xurt a yekîneyên me û gel e. Ev hemû bi saye şehîdên me ye ku xwîna xwe ya zelal dan ji bo azadî û rûmeta gel.
Di vê berxwedana ku yekîneyên me li Kantona Kobanê nîşan dane 4 şervanên me li hemberî dijminê mirovahiyê bi qehremeniyeke mezin şer kirin û gihîştin asta şehadetê.
Em weke YPG û YPJ’ê soz didin ku li ser doz û şopa şehîdan bimeşin heta nuqteya xwîna xwe ya dawiyê.”
Nasnameya şervanan wiha ye:
Kanîwar Salih ê bi nasnav Cîlo Murad li Qamişlo ji dayik bûye. 06.03.2015 li Kobanê/gundê Çelebiyê jiyana xwe ji dest da.
Bi nasnav Cemal Efrîn, 06.03.2015 li Kobanê/gundê Çelebiyê jiyana xwe ji dest da.
Bi nasnav Zagros Agir, 06.03.2015 li Kobanê/gundê Çelebiyê jiyana xwe ji dest da.
Bi nasnav Newal Kobanê, 06.03.2015 li Kobanê/gundê Çelebiyê jiyana xwe ji dest da.