Li gelek herêmên Awûstûrya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin, berxwedana Kobanê û Şengalê hat silavkirin. Di pîrozbahiyan de ku Komîsyonên Hilbijartinê yên HDP’ê jî amade bûn, ji bo hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê banga piştgiriyê hat kirin.
VIYANA
Ji aliyê Komeleya Jinan a Kurd a AVESTA li paytext Viyana pîrozbahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin.
Nûnera Şaredara Şaredariya Herêma 19. a SPO Anton Mandl 8’ê Adarê pîroz kir û berxwedana jinên Kurd a li Kobanê û Şengalê silav kir.
Hevşaredara Silopiya Emîne Esmer û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî bi kincên xwe yên herêmî beşdar bûn.
Di pîrozbahiyê de standa Komîsyona Hlbijartinê ya HDP’ê hat vedan, Koma Muzîkê ya Ciwanen Azad, Hozan Meyro, Hozan Sengul, Koma Rojava, Koma Zarokên Şoreşê û Koma Şano ya Kobanê derketin dikê, sînevîzyona têkildarî berxwedana jinan a li Kobanê û Şengalê hat temaşekirin.
ST. POLTEN
Li St. Polten jî bi organîzasyona hevpar a Ciwanên Azad Niederosterreich, Jinên Ciwanên Azad Osterreich û Partîzan li Komeleya Çandê ya Mezopotamya 8’ê Adarê hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan hat xwendin, sînevîzyona têkildarî berxwedana Kobanê hat temaşekirin.
BREGENZ
Jinên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vorarlberg hatin gel hev 8’ê Adarê pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin, Komîsyona HDP’ê Hilbijartinê ya HDP’ê jî der barê hilbijartinên Giştî yên 8’ê Adarê de agahî da.
Jinan li ber dahol û zirnayan govend gerandin.
SALZBURG
Li herêma Salzburg di pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk nêzî 150 welatparêz amade bûn.